Di nava kêmî 24 saetan de 14 leşkerên Afganistanê  hatin kuştin

Di êrişên Tevgera Talîbanê li wîlayeta Bektiya de, 14 leşkerên afganî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di nava kêmî 24 saetan de 14 leşkerên Afganistanê  hatin kuştin
29 gulan, 2020   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiye Net, Tevgera Talîbanê di roja duyemîn de êrişên li dijî ewlekariya Afganistanê piştî bidawîbûna agirbesta cejna Remzanê berdewam dike. Wezareta Parastinê ya Afganistanê îro ragihand ku di êrişa li wîlayeta Bektiya de 14 leşkeran jiyan xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Duh 7 endamên hêzên ewlekariya Afganistanê de di êrişa tevgerê de hatin qetilkirin.

Berdevka Hakim Berwan, Wahida Shahkar got ku çekdaran êrişî nuqteya çavdêriyê ya li wîlayetê ya li bakurê Kabulê kir.

Fermandarê polîsên herêmê Hussain Shah jî got ku çekdarên Talîbanê agir bi nuqteya çavdêriyê xist, di encamê de 5 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da.

Desthilatên Afganistanê sêşema borî, bi sedan girtiyên Tevgera Talîbanê berdan, li aliyekî din jî bang li Talîbanê hat kirin li gorî agirbesta ku di cejna Remezanê de hatiye ragihandin tev bigere, lê bang bê encam bûn.

Di dawiya Sibata borî de Tevgera Talîban û Washingtonê peymaneke dîrokî li Dewhayê der barê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Afganistanê de di dema 14 mehan de îmze kir, ew jî heke Tevgera Talîbanê li gorî sozên xwe tev gerî.

(fr)