​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-5-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-5-2020`AN
7 gulan, 2020   04:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser dema vekirina depoyan ji bo wergirtina hilberînan eşkere kir. Her wiha girîngtirîn girtekên ku Rêveberiya Xweser girêdayî prosesa teswîqkirinê diyar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wê di êrişên xwe yên li ser herêmê de sivîl, mal, komîn, dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser dike hedef.

-Şêniyên Efrînê cenazeyên sê şehîdan li Goristana Şehîdên Serdemê li kantona Şehbayê oxir dikin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

-Tevî ku Tirkiyê û Yewnanistanê endamên NATO`yê ne jî, lê belê nakokiyên kevin û nû têkiliyên her welatan xirab dike û dihêle ku di navbera wan de şer derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Rewşenbîr Biradost Mîtanî got: “Dîroka gelê Kurd tijî tecrûbe ne. Divê mirov sûd jê bigirin da ku çarenûsa xwe di vê demê de diyar bikin. Heman şêwêyî jî peyama Rêber Ocalan banga yekîtiyê dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Akademîsyan û siyasetmedarê lîbî Dr.Cibrîl El-Ibêdî destnîşan kir ku hêzên Wîfaq û çeteyên Sûriyê li bargeha Uqbe Bin Nafi li bajarokê El-Watiye li başûrê Terablusê rastî binkeftinek mezin harin ruxmî desteka mezin a Tirkiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Mayîna DAIŞ’ê bi Fatmaya 12 salî ve teqiya û bû sedem ku herdu lingên wê qut bibin. Fatmaya ku dixwaze bibe mamoste nikare here dibistanê. Fatma alîkarî ji rêxistinên navnetewî xwest ku lingên çêkirî jêre çêbikin, da ku biçe dibistanê û bi zarokan re bilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Li gel şertên qedexeya derketina derve û girtina tedbîrên xweparastinê ji Koronavîrusê navenda tenduristiyê ya navçeya Girkê Legê xebatên xwe bê pere ji şêniyan re pêşkêş dike, bi taybet hemleyên aşlekirina zarokan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî serkeftina projeyên hingaran ji bo hilberînên zivistanê, berpirsan biryar dan ku projeyê fireh bikin û sebzeyên havînê biçînin. Ji bo ku hilberîna herêmî li gel buhabûnê pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Xwediyên dikan û şêniyên kolana El-Wehde ji ber pirsgirêkirina girtina toreya kanalîzasyonê ya ku dibe sedema bêhna nexweş û av derbasî dikanan dibe bi gilî ne. ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bo çareserkirina pirsgirêkê nirxandinek fenî amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA