Hêzên Antî Terorê li Reqayê berpirsê malî yê şaneyên DAIŞ`ê girtin

Hêzên Antî Terorê, piştî şopandinê berpirsê malî yê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yê li Reqayê girtin.

Hêzên Antî Terorê li Reqayê berpirsê malî yê şaneyên DAIŞ`ê girtin
6 gulan, 2020   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Antî Terorê eşkere kirin ku berpirsê malî yê şaneyên DAIŞ`ê Ehmed Mihemed El-Elî girtin.

Hêzê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser El-Elî, pereyên welatên ên Amerîka, lireyê Tirkiyê û lireyên Sûriyê girtine. Tevî sê telefonên berîkan ên ku ji bo koordîneyê di navbera şaneyan de bikar dianîn.

Piştî ku şaneyên DAIŞ’ê gelek kiryarên terorîstiyan li Reqayê pêkanîn, hêzên leşkerî di vê dawiyê de girtekên emnî ji bo girtina endamên şaneyên DAIŞ`ê zêde kirin.

(şx)

ANHA