Kiryarên li ber çav…

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wê di êrişên xwe yên li ser herêmê de sivîl, mal, komîn, dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser dike hedef.

Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
Kiryarên li ber çav…
7 gulan, 2020   04:17
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN – MIHEMED EL-EHMED

Demeke ku hemû cîhan bi koronavîrûs re tekoşîn dike dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve êrîşên xwe yên li ser kurdan û gelên herêma bakur û rojhilatê sûrî dijwartir dike. Bê guman armanca van êrîşan têkbirina sîstema neteweya demokratîk e.

Di êrîşên dagirkeran de yekser sivîl û warên sivîlan tên hedefgirtin. Rûxmî bangên QSD û NY ê êriş bi her awayî berdewam dikin. Hewldanên derbaskirina kesên ku bi koronavirûsê li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn yek ji cûreyên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ne.

HEM LI DIJÎ ÊRIŞAN HEM JÎ LI DIJÎ KORONA BERXWEDAN

Bi derfetên kêm Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbiran digrin. Ne tenê dewleta Tirk û çeteyên wê, di heman demê de hikûmeta Sûriyê jî hewl dide koronavirûsê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Ji ber vê yekê şêniyên herêmê hem li dijî êrişên leşkerî û hem jî li hemberî Koronavîrusê li ber xwe didin.

Hêzên dagirker di êrişên bi armanca qirkirin û koçberkirinê de raste rast sivîl û warên wan dikin hedef. Di encama topbaran û gulêbarana dewleta Tirk gelek malên sivîlan hatine hilweşandin.

Gundên ku di demên dawî de herî zêde rastî êrîşên dagirkeran tên gundên bi navê Korhesen, Qizelî, Xirbet Beger ê ku dikevin rojavayê Girê Spî ne. ji bo ku em rewşa li herêmê ji nêzve bi şopînin me berê xwe da van gundan. Di dema çûyînê de jî erebeya me ji aliyên çeteyan ve hat gulebarankirin lê dîsa jî me karibû xwe bigihîn van gundan.   

JI BO PARASTINÊ BACÊ MALÊN XWE BI KEVIRAN ASÊ KIRINE

Şêniyên ku bi kedekê mezin dibistan, komîn û mal avakirine bi awayekî berbiçav bûne hedefa dagirkeran.  Ji ber êrişan zindîbûna tevgera şêniyan li van gunda sekiniyê ku nikarin erdê xwe biçînin û nikarin wek berê di gundê xwe de di nav aramiyê de bijîn. Şêniyên van gundan ji bo xwe ji topbaranê biparêzin bacê malên xwe bi keviran asê kirine. Lê hovîtî ne ew parastine xwazayî ne jî vê berxwedaniyê nas dike, ji ber wê jî xaniyan topbaran dike û bi her awayî êrîşên xwe dewam dike.

Buhar hatiye gundên ku bi êrişan re rû bi rû ma ne. Wêneyên xwezayê gelek xweş derdikevin paş me li pêşî jî xaniyên hilweşandî.  Xweza jî vê hovîtiyê qîr dike ku li ser xaniyên hilweşandi kulîlk rûxmî her hovîtiye dibişkin.  

Di nav wî wêneyê de helbesta Şerko Bêkes tê bala min.

Ew teyrên li ezmên tên kuştin

Eger stêrk û ewr û ba û tav jî sûcdar nebînin 

Aso jî lê xwe ker bike

Çiya û av jî ew ji bir bikin

Her wekî din. Her wekî din

Her ku çawa be ewê darek hebe ku li ser wan bigerîne

Û navên wan binivîsînê li ser rehên wan.

BANDORIYA ÊRIŞAN LI SER REWŞA KOMÎNAN

Dêriyên nîşana sîstema neteweya demokratîk "komîngeh"di encama êrişê de hatiye qufilandin. Li gorî agahiyên ku me ji Meclîsa Herêma Girê Spî wegirtiye, li rojava û rojhilatê Eyn Îsa 14 komîngeh hatine hilweşandin, 57 komînên gundêwarên Eyn Îsa niha di bin dagirkeriyê de ne. Meclîsên gel yên gundê Ebûxirza û Elîbaşli hatine dagirkirin. Zêdetirî 1000 şêniyên gundewarên Eyn Îsa ji ber êrişên hovanê neçarî koçberiyê bûn. Komînên li Girê Spî 166 hebûn niha 129 komîn hatine dagirkirin, 25 komîn di meriyê tê de ne û 12 komîn jî ji ber hedefgirtinê hatine girtin.

HILWEŞANDINA XANIYAN BERDEWAM E

Li gundewarê Eyn Îsayê de bi dehan mal hatine hilweşandin. Li gundewarê rojavayê Girê Spî di encama topbaranan de ji 50 malî zêdetir hatine hilweşandin. Ji ber êrişan meclîs nikare bi rehetî tekeve nav gundan û xaniyên serjimariyekî ji bo xaniyên hilweşiyayê amade bike, li aliyekî din jî hedefkirina xaniyan jî hîna berdewam e.

DIBISTANA ZAROKAN JÎ ÊRIŞAN BÊ PAR NEHIŞTIN

Dibistanên ku zarok lê bi zimanê dayîkê perwerde dibin ji topbaranê nefilistîn û ji çeteyan re bûne barergehên leşkerî. Li Kantona Girê Spî de 38 hezar  970 şagirt dixwendin. Bi êrişên dagirkirine re ev şagirt ji xwendinê bê par man. Li kantonê de 439 dibistan di xizmeta şagirtan de bû lê niha 281 dibistan hatin dagirkirin , 40 dibistan hatine hilweşandin. Tene 70 dibistan di xizmetê de ye.

Gundewarên Eyn Îsa de 55 dibistan di bin dagirkeriyê de ne,  di 4 dibistan de kocberên gundewarên Eyn Îsa tê de dijîn,  3 dibistan hatine hilweşandin, 57 dibistan di meriyete de ne û 22 dibistan jî hedefa êrişan de ye. Beriya êrişan 18 hezar şagirt li gundewarên Eyn Îsa û bajarê Eyn Îsa de dixwandin. Piştî êrişan niha 8 hezar şagirt xwendina xwe berdewam dikin.

QÊRÎNA ÇAVÊN ZAROKAN, CÎHANÊ DIDE ŞERMÊ

Li gundê Qizelî dibistanek heye ku bûye hedef û hilweşiyaye, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê derdixe holê. Pênûs û lênûsên şagirtan di nav dîwar û kavlên hilweşandinê de ma ne. Di aliye nasîna dîrokê de nifşên heyî bê perwerdekirine her tiştî di temênên biçûk de dibînin. Bi dengê tang û topan radikevin û şiyar dibin. Li vê warê zarok di temenên biçûk mezin dibin û  çavên wan yê belek hovîtiye re diqîrin. Her çiqas ev qêrîn guhê cîhanê neçirînê jî berxwedaniya van zarokan cîhanê dide şermê.   

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YwQdfZ-KydQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>