​​​​​​​Li Îsraîl û Filistînê daneyên dawîn ên Koronavîrusê

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku li Îsraîlê 238 kes ji ber vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) mirine û 16 hezar kes jî bi vîrusê ketine û li Filistînê jî 543 kes bi vîrusê ketine.

​​​​​​​Li Îsraîl û Filistînê daneyên dawîn ên Koronavîrusê
6 gulan, 2020   11:28
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê daxuyand ku hejmara kesên bi vîrusa ketine û pê mirine, bilid bûye û hejmara kesên mirine, gihaşt 238’an. Piraniya kesên mirine kal û pîr in.

Her wiha wezaretê bi bîr xist ku li Îsraîlê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 16 hezar û 314 haletan, ji wan rewşa 90 kesî xeternak e.

Çapemeniya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre raporên tenduristiyê, ragihand ku deh hezar û 527 îsraîlî ji vîrusê baş bûne û hejmara kesên di nava artêşa Îsraîlê de bi vîrusê ketine kêm bûye û derdora 600 leşkerî di karantînayê de ne.

Di heman çarçoveyê de duh Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku li Simûa 5 haletên nû yên Koronavîrusê hatine tomarkirin.

He wiha bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 48 saetên derbasbûyî de li Difa El-Xerbiye, Xeza û Qudsê 543 kes bi vîrusê ketine, di heman demê de jî li Simûayê jî 16 kes pê ketine.

eh