‘Dewleta Tirk aloziya Koronavîrusê keyspaz dike û çekan ji terorîstan re dişîne’

Rojnameya Daily Maverick diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê aloziya Koronavîrusê keyspaz dike û çekan ji hindek dewletên Afrîkayê tîne û li çeteyên li Sûriye û Lîbyayê belav dike.

‘Dewleta Tirk aloziya Koronavîrusê keyspaz dike û çekan ji terorîstan re dişîne’
6 gulan, 2020   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya afrîkî Daily Maverick wiha nivîsand: "Barekî çekan ji başûrê Afrîkayê ber bi Tirkiyê ve hate şandin ku di demekê de ku NY`yê ji bo agirbesta li Sûriye û Lîbyayê di dema belavbûna Koronavîrus de bang kir."

Rojnameyê îşaret pê kir ku Desteya Birêxistinkirina Bazirganiya Çekan li Başûrê Afrîkayê di erkdarkirina ji bo şopandina derxistina çekan ber bi Tirkiyê ve bi bin ket û tê gotin ew çek ji bo Lîbya û Sûriyê hatine diyarkirin.

Her wiha rojnameyê li ser zimanê koordînator Terry Crawford Browne yê ji Başûrê Afrîkayê yê girêdayî rêxistina ‘World Beyond War’ diyar kir ku Başûrê Afrîkayê banga sekrterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres‏ ji bo agirbesta di dema belavbûna Koronavîrus de, pêk anî.

(bx)