Mark Esper: Dibe lihevkirina di navbera DYA û Talîbanê de têk biçe

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark Esper got lihevkirina di navbera wan û tevgera Talîban de ji ber rawestandina siyasî li Kabulê û zêdebûna tundiyê li gelek deverên din, dibe ku têk biçe.

Mark Esper: Dibe lihevkirina di navbera DYA û Talîbanê de têk biçe
6 gulan, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark Esper diyar kir ku tevgera Talîban li gorî sozên xwe yên dabûn ku tev nagere û metirsî hene ku ew lihevkirin ji ber rawestandina siyasî li Kabulê û zêdebûna tundiyê li hindek deverên din, hilweşe.

Piştî diyalogên dirêj li piştî deriyên girtî, Talîban û Washingotonê di Sibata derbasbûyî de der barê sekinandina tundiyê de li hev kir û ber bi diyalogên bi hikûmeta Efganistanê re çû lê êrişên wê di wê demê de zêde bûn.

Esper têkildarî pirsa rojnamevanekî ku Talîban li gorî sozên dane tev digere yan na, got "Ez bawer nakim." û destnîşan kir ku ew texmîn dike ku hikûmeta Efganistanê ne li gorî sozên xwe ye û wiha pê de çû: "Hikûmeta Efganistanê ne parçeyek ji lihevkirina di navbera DYA û Talîban de bû."

Esper destnîşan kir ku pêwîstiya hikûmeta Afganistanê û Talîbanê bi yekitiyê heye û da ku di gelek şertên hatine danîn de bi pêş de biçin.

bx