Korona…ji aloziyeke tenduristiyê veguherî aloziyeke siyasî

Şewba Koronavîrusê veguheriye şerekî di navbera Çîn û DYA`yê de. Li gel berdewama belavbûna vîrusa (covid-19) û hişyarkirinên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, DAY Çînê bi tundî rexne dike.

Korona…ji aloziyeke tenduristiyê veguherî aloziyeke siyasî
2 gulan, 2020   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîneke komîteya awarte ya girêdayî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku Koronavîrus hîna rewşeke tenduristiyê ya awarte û metirsîdar e.

Li gorî daneyên WHO`yê, ji destpêka deketina vîrusê de û heta niha bi giştî 3 milyon û 344 hezar û 274 kes bi vîrusê ketine, 238 hezar û 775 kesan jiyana xwe ji dest daye û milyonek û 53 hezar û 344 kes baş bûne.

Li gel vê rewşê, DYA rexneyên tund li WHO`yê û Çînê kir.

Serokê Amerîkayê Dunald Trump, WHO`yê rexne kir û bi nekontrolkirina aloziyê û veşartina agahiyên li ser çavkaniya belavbûna Koronavîursê û piştgiriya Çînê, tewanbar kir. Di 15`ê Nîsana borî de, Trump alîkariya madî ya welatê xwe ji bo rêxistinê rawestandibû.

Tevî ku WHO`yê piştrast kir ku vîrusa (covid-19) ji çavkaniyekî xwazayî û ne ji kargehan derketiye jî, lê belê serokê Amerîkayê Trump hîna jî Çînê bi belavbkirina û nekontrolkirina vîrusê tewanbar dike.

Li gorî daneyên zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYA`yê milyonek û 103 hezar û 781 kes bi vîrusê nexwş in, ku ji wan 65 hezar û 68 kes mirine. Li gel hejmara nexweş û miriyan ku her roj zêde dibe, Rêveberiya Derman û Xwarina Amerîkayê destûr da şerîketa " Gilead Sciences" ku dermanê " REMDESIVER" bi kar bîne.

(cx)