'Dewleta Tirk hewl dide kesekî ku bi Koronayê miriye derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike'

Çavkaniyekî ewlehî ji ANHA‘yê re ragihand ku dewleta Tirk hewl da cenazeyê ciwanekî ji Kobanê ku li Tirkiyê bi koronayê miriye, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Rêveberiya Xweser nehişt cenaze derbasî herêmê bibe.

'Dewleta Tirk hewl dide kesekî ku bi Koronayê miriye derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike'
2 gulan, 2020   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehî ku nexwest navê xwe  eşkere bike ji ANHA‘yê re ragihand, ciwanê bi navê Mihemed Ibrahîm navê dayîka wî Sedîqe ye û ji kantona Kobanê ye. Beriya çend rojan li Tirkiyê di encama koronavîrusê de jiyana xwe ji dest dabû.

Heman çavkanî ragihand ku desthildariya Tirkiyê hewl da cenazeyê Ibrahîm derbasî herêmên Bakurê û Rojhilatê bike bê ku sedema mirina Ibrahîm ji Rêveberiya Xweser re bêje. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide nexweşiya Koronayê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Rêveberiya Xweser piştî ku xwe gihand malbata Ibrahîm, nehişt ku cenaze derbasî herêmê bike û li Tirkiyê hate veşartin.

Berê jî gelek çavkaniyan ragihandibûn ku dewleta Tirk hewl dide kesên ku bi koronayê ketine derbasî herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê bike.

(kc)

ANHA