Li Helebê çeteyên Tirk bi hev ketine

Careke din hêzên hikumetê êrişî çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Cebel El-Zawiyê kir, her wiha di herêmên ku dewleta Tirkiyê dagir kirine de di nava çeteyan de şerê dijwar rû da û li asîman balafirên dewleta Tirkiyê geriyan.

Li Helebê çeteyên Tirk bi hev ketine
2 gulan, 2020   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojan e li herêmên Idlibê topbaranên hêzên hikumetê li dijî çeteyên girêdayî Tirkiyê hene, li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ragihand ku hêzên hikumetê şeva berê bi moşekan deverên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Tevî ku li herêma bêçek Rûsya û Tirkiyê di 5’ê Adarê de agirbest ragihandibû û kete roja xwe ya 58’an, lê rojane û bê navber di navbera hêzên hikumet û çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê de şer heye.

Girêdayî mijarê di navbera çeteyên Hemzat û Ehrar El-Şam de li nêzî dergehên qaçaxiyê yên li rojhilatê bajarê Babê der barê qaçaxiya erbeyên bar ber bi herêmên di bin serweriya hêzên hikumetê de şer derket.

SOHR’ê jî piştrast kir ku bi rasthatina şer re balafira şer a Tirkiyê ya F-16’an li asîmana herêmê digerî.

Li aliyekî din jî li bajarê Cerablusê yê bakur rojhilatê Helebê ku dewleta Tirk û çeteyên wê ve dagir kiriye, di navbera koma çekdar a ji ciwanên Dêrazorê ya girêdayî çeteyên El-Şerqiyê ji aliyekî ve û endamên qaşo polîsên leşkerî ji aliyekî din ve şer derket.

Li gorî SOHR’ê, di encama  şer de çeteyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

(fr)