Wezareta Peywendiyan a Sûriyê bersiva Ramî Mexlûf da

Wezareta Peywendiyan a Sûriyê bersiva dîmenê Ramî Mexlûf da û piştrast kir ku ew ê pereyên bankan bi dest bixîne, ji ber diviyabû ji aliyê her du şîrketên telefonan ên li welêt ve hatibûna dayîn.

Wezareta Peywendiyan a Sûriyê bersiva Ramî Mexlûf da
2 gulan, 2020   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fînansmanê sûrî duh li ser hesabê xwe yê Facebookê dîmek weşand û tê de siyaseta rejîmê û bacên li şîrketên Syriatel û MTN ên telefonê rexne kir, her wiha serokê hikumetê bi eşkerekirina belgeyan di demên guncaw de tehdîd kir.

Wezareta Peywendiyan a Sûriyê bersiva Ramî Mexlûf da û piştrast kir ku ew ê pereyên bankê bi dest bixîne, ji ber diviyabû ji aliyê her du şîrketên xelewî yên li welat ve bihata dayîn.

Her wiha destnîşan kir ku pereyên ku divê şîrketên telefonan bidin li gorî belgehên diyar û heyî ji malê dewletê ye û li ser esasê komîteyên pirsporane yên kar û barê darayî, aborî, fenî û qanûnî hatiye hesabkirin.

Wezaretê daxuayand ku li gorî xwesteka şîrketan dem dane wan û mafên şîrketan jî di ber çavan re hatiye derbaskirin.

Her wiha wezaretê makanîzmeya hesbakirina wan pereyan şîrove kir û diyar kir ku li gorî hûrguliyan û hejmarên her du şîrketên li welat pêşkêş kirine hatiye.

Ev bersiv li ser esasê xurtkirina guman û raporên ku berî niha behsa nakokiyên aborî yên di navbera Esed û Ramî Mexlûf dikirin hatiye.

(eh)