Keştiyên şer ên Tirkiyê li beramberî beravên Lîbyayê sekinîne

Îro di saetên sibê de keştiyên şer ên Tirkiyê gihaştin beravên El-Qere Bolî yên Lîbyayê da ku ji aliyê deriyayê ve hêzên artêşa Lîbyayê topbaran bikin.

Keştiyên şer ên Tirkiyê li beramberî beravên Lîbyayê sekinîne
2 gulan, 2020   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya El-Erebiya li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku keştiyên şer ên Tirkiyê gihaştin beramberî beravên El-Qere Bolî yên Lîbyayê û tê gotin ew ê dê ji aliyê deriyayê ve hêzên artêşa Lîbyayê yên li Terhona topbaran bikin.

Ev yek pişt du rojan ku hikûmeta Wîfaq a destekê ji Tirkiyê digre agirbesta ku ji aliyê artêşa Lîbiyayê ve beriya du rojan hate ragihand red kir, pêk hat.

Girêdayî mijarê berdevkê fermandariya giştî ya artêşa  Lîbyayê Ehmed El-Mismarî roja Çarşemê 29`ê Nîsanê ragihand ku artêşê bersiva bangên civaka navnetewê û dewletên hevalbend ji bo agirbesta di meha Remezanê de da û piştrast kir ku artêş dê bersiva gef û binpêkirinên agirbestê ji aliyê komên çekdar ve yên girêdayî hikûmeta Wîfaq bide.

Roja  Pênşemê jî hikûmeta Wîfaq redkirina agirbestê ragihand û destnîşan kir ku"Golên gefan" li kîjan deverê bin bikin hedef û komên ji dervî qanûnan li tevahî welêt, tune bikin.

Her wiha Enqere jî bi daxuyaniyekê tekez kir ku ji bo li beramberî artêşa Lîbyayê bisekinin ew ê destekê bidin hikûmeta Wîfaq.

(bx)