​​​​​​​Ramî Mexlûf hikumeta Sûriyê tawanbar kir

Kurê xalê Beşar Esed Ramî Mexlûf êrişî hikumeta Sûriyê kir û gefa di demên guncaw de dê belgeyan aşkera bike, xwar. Her wiha wiha xîtabî Esed kir û got "Tu dizanî ji destpêka sala 2011`an ve min çi daye û çawa ji ser mal û milkên xwe daketim. Tu kê hildibijêrî, bişîne da ku bi hûrbînî belgeyan bişopîne."

​​​​​​​Ramî Mexlûf hikumeta Sûriyê tawanbar kir
1 gulan, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja pêncşemê Ramî Mexlûf ê kurê xalê Beşar Esed dîmenek li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir û tê de xîtabî serokê hikumeta Sûriyê Beşar Esed kir.

Piştî hikumetê tedbirîn dawîn girtin û Ramî Mexlûf neçar kir ku hesab bide, Mexlûf dest bi rexneyan kir. Tê zanîn ku Gerînendetiya Giştî ya Gumrikê ya hikumetê biryara desteserkirina mal û milkên Ramî Mexlûf da û hevsera wî dabû.

Desteya Peywendiyan û Berîda hikumî ya hikumetê tedbîr girtin û şîrketên Syriatel û MTN ên telefonê yên Ramî Mexlûf hişyar kirin ku derdora 234 milyar lîreyê Sûriyê bide banka dewletê û di bin çavdêriya tedbîrên qanûnî yên der heqê wî de werin dayîn. Li gorî biryarê armanc ji vê yekê ew e ku hevsengiya her du şîrketan ji nû ve were çêkirin.

Desteyê heta 5’ê Gulanê dem diyar kiriye da ku li gorî biryara meclisa komîsyona garantor  tev bigerin. Biryara komîsyona garantor li gorî biryara serokê meclisa wezîran a bi hejmara 1700 ku di 19’ê Îlona 2019`an de derketiye, tev digere.

Ramî Mexlûf di dîmenên li ser facebookê hatiye belavkirin de îtîraf dike ku ew hevkarê hikumetê ye û şîrketa wî faîzên bi dewletê re dabeş kirine û ev bi daneyên bacan re bi nakok e.

(eh)