Li Helebê di depoyeke cerên gazê de teqîn… kuştî û birîndar hene

Li bajarokê Nibulê yê li bejahiya bakurê parêzeha Helebê depoyeke cerên gazê ku ji bo armancên leşkerî bi kar tê, teqînek çêbû û di encamê de hin malên li derdorê hilweşîn û kuştî û birîndar hene.

Li Helebê di depoyeke cerên gazê de teqîn… kuştî û birîndar hene
1 gulan, 2020   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya alîgira hikumeta Sûriyê daxuyand ku li depoya cerên gazê ya li bajarokê Nibulê yê li bejahiya bakurê parêzgeha Helebê teqînek çêbû. Ajansê sedema teqînê xuya nekir.

SANA’yê diyar kir ku îro danê nîvro teqîn li nêzî bajarok çêbû û di encamê de hin malên derdora wê hilweşîn, gelek birîndarên sivîl çêbûn û rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyekî din jî hin çavkaniyên ji herêmê ragihand ku ev depo ya cerên gazê ye ku ji bo çek û armancên leşkerî bi kar tê, her wiha di encama teqîna wê de gelek mal hilweşîn, gelek kuştî hene û nêzî 20 kesan jî birîndar bûn.

Herêmên di bin serweriya hêzên hikumetê de rastî hedefên Îsraîlê hatin. Îsraîlê depoya cebilxane û moşekan a girêdayî Hizbullaha Lubnanê ya li baregeha Hesen Bin Heysem a li ser rêya Hums –Tedmurê hedef girtibû. Li aliyekî din jî Îsraîlê bi 5 moşekan nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumet û komên Îranê li herêma Til Ehmer û derdora Meiriyê ya rojavayê Derayê, herêma Til Ehmer a rojavayê Quneyterayê ya bi ser parêzgeha Derayê ve kirin armanc.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gwyWFRcqq4Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>