Rêxistinên hiqûqî: Teqîna li Efrînê berpirsiyariya Tirkiyê ye

Rêxistinên Mafên Mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku teqîna Efrînê berpirsiyariya desthilatên Tirkiyê ye û bang avakirina komîteyeke lêpirsînê kir ku binpêkirinên li Efrînê dibin aşkera bikin.

Rêxistinên hiqûqî: Teqîna li Efrînê berpirsiyariya Tirkiyê ye
1 gulan, 2020   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 28’ê Nîsanê de teqîneke mezin li Efrînê çêbû. Di encamê de bi dehan sivîl bûn qurban û bi dehan jî birîndar bûn, li gel wê jî zirarên madî di mal û milkên şêniyan de çêbûn.

Têkildarî mijarê, rêxistinên hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da. Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Heyhan Elî daxuyanî li kampa Serdemê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em teqîna terorî ya ku 28‘ê Nîsana 2020’an, saet di 02:40’an li bajarê Efrînê rû dabû şermezar dikin. Teqîn bi erebeyeke Van a bombebarkirî li gel erebeya mezin ku tê de bermîlên sotemenyê hebûn pêk hat bi wê re jî hêz,  xurtbûna teqînê û bandorên wê zêde bû. Erebeya bombebarkirî li kolana Raco ya naverasta bajarê Efrînê û li pêş têketina Sûka Gel bi rûbera kêmî 100 metrî dûrî navenda istîxbarata Tirkiyê(saraya Efrîn a kevn) sekinîbû. Tê zanîn ku di van saetên  meha Remezanê de sûk tijî sivîl in da ku pêdiviyên xwe beriya dema fitarê bikirin. Her wiha kolana Raco kolana sereke li bajarê Efrînê ye, ji ber ku bi sedan dikanên bazirganî li her du aliyên kolanê hene, ev kolan tevahî taxên bajêr bi hev ve girê dide.

Em bang li tevahî aliyên navneteweyî û herêmî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hebmer gelê Sûriyê rabin û bang a pêkanîna xebateke cidî û lez dikin ku bigihînin çareyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re, xwînrijandinê rawestînin, koçberên bi zorê ji malên xwe derketine vegerînin warên wan, biryar, rêgez û mîsaqên NY’yê û qanûna navneteweyî ya mirovî pêk bînin. Ji lew re banga van xebatan dikin:

1-Divê tevahî berpirsiyariyên qanûnî û exlaqî der barê teqîna terorî ya li bajarê Efrînê rû daye û ji bilî wê binpêkirin û komkujiyên di Efrînê de ji destpêka dagirkirinê û heta niha dibin hildin ser desthilatên Tirkiyê. Ew jî li gorî peymana Lahy a 1907, nexasim madeya 42 a bi naveroka; divê desthilata dagirker li gorî parastina aştî, ewlehî û dabînkirina rêbaza jiyana guncaw ji şêniyên herêm û navçeyên ku dagir kirine re tev bigere. Her wiha divê li gorî madeya 64 a peymana Cinêva 4’an a 1949’an a li ser rêzdarî û pêkanîna qanûnên li herêmên dagirkirî, tev bigere.

2-Divê yekser tevahî kiryarên tundî, kuştin û xwînrijandinê li tevahî Sûriyê bi taybet li herêmn Kurdan bên rawestandin.

3-Divê xebat ji bo vekişîna yekser, bê şertên pêşîn hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrîn, gundewarên Hesekê, gundewarên Reqa, Idlib û tevahî xaka Sûriyê ku dagir kirine bê kirin, û kiryarên wan ên bi êrişên leşkerî li dijî xaka Sûriyê li dijî sivîlên Sûriyê, koçberiya mezin û xeteriya mirovî bên aşkerakirin.

4-Divê komîteyeke lêpirsînê ya dozgerî ya serbixwe, yekalî û zelal bi beşdariya nûnerên ji rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan li Sûriyê bên avakirin ji bo ku tevahî binpêkirinên li Efrînê bûne aşkere bikin, her wiha da ku kes, berpirsên ji hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên sûrî yên girêdayî wan li pişt vê teqîna terorî sekinîne ku bûye sedema kuştina sivîlan li sûka gelêrî ya li Efrînê bên aşkerakirin û rakin dadgehên herêmî û navdewletî ku darizînin.

5-Divê bilez xebat der barê çarenûsa revandiyên li gel hêzên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wan de bêyî şert û mercan bê kirin da ku werin berdan ji nav wan jî jin, zarok û mêr in, her wiha divê li hêzên dagirker bê zextkirin ku bilez qurbaniyên revandî û revaniyên bizorê tawîzeke guncaw ji wan re bê dayîn.

6-Divê gel û hiqûqnas ên ji tevahî pêkhateyên Sûriyê bi taybet ên li herêmên ku piranya wan kurd in li hember xeteriyên zêde yên bi armancên nijadperestî ku xwe dispêrin koçberiya bizorê û tundiyê da ku herêmên kurdan vala bikin bisekinin, her wiha divê li hember kiryarên guhartina binesaziya demografî ya bi hedefa pêkanîna berjewendiyên etnîkî û nijdaî ku derbeyê li bingehên aştiya şênî û jiyana hevbeş dixe, bisekinin."

Rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:

Rêxstina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2Cfyvs-HgVc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>