Hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê dîsa nuqteyên çeteyên dewleta Tirk kirin armanc

Hêzên hikumeta Sûriyê di roja 57`mîn a agirbestê de çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên başûrê Idlibê careke din kirin armanc.

Hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê dîsa nuqteyên çeteyên dewleta Tirk kirin armanc
1 gulan, 2020   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên hikumetê di saetên derengiya şevê de bajarokên Barê û Kensefa yên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê kirin armanc.

Êrişa hêzên hikumetê di roja 57`mîn a agirbestê de pêk hat. Tê zanîn ku di encama civîna Rûsya-Tirkiyê ya 5 Adarê de agirbest hate ragihandin.

Duh jî hêzên hikumetê herêmên Kensefra, Bardê yên li gundewarên başûrê Idlibê kirin armanc û agahiyên der barê windahiyan de tune ne.

(eh)