Di dema qedexeya derketina derve de zarokên xwe fêrî alavên muzîkê kirin

Hunermend Seîd Bîrhat di rojên qedexeya derketina derve de zarokên xwe fêrî amûrên muzîkê dike.

Di dema qedexeya derketina derve de zarokên xwe fêrî alavên muzîkê kirin
1 gulan, 2020   10:05
SOLÎN REŞÎD-ARIF SILÊMAN-HELEB

Hunermend Seîd Bîrhat endamê Koma Agirî ya bajarê Helebê ye. Seîd Bîrhat dema qedexeya derketina derve wek derfet dibîne û behreyên xwe yên hunerî hînî zarokên xwe dike.

Seîd Bîrhat ji gundê Şêtiko yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye, her wiha yek ji endamên damezirîner ê Koma Agirî ya muzîkê y. Bîrhat ji 13 saliya xwe ve li biziqê dixe û paşê behreya xwe dewlemendtir kir.

Seîd Bîrhat ji bo kar û xebatê berê xwe da bajarê Helebê, li wir dest bi jiyana xwe ya hunerî kir û bi heval û hogirên xwe re li şahiyan sitra.

Seîd Bîrhat di sala 1987`an de bi hevalên xwe re Koma Agirî ava kir, destpêkê kom ji 4 endaman pêk dihat, lê paşê hejmara endamên komê zêdetir bû, bernameyên xwe berfirehtir kirin û êdî dest bi stranên folklorîk ên kurdî û govendan kirin. Seîd Bîrhat bi Koma Agirî re kar û xebata xwe didomîne û 33 salan tijî huner û xebat li pey xwe hiştine.

Bîrhat diltengî nekir û her çar zarokên xwe jî fêrî behreya xwe ya hunerî kirin, zarokên xwe ji biçûkatiyê ve fêrî stranan kirin da ku behreya wan bi pêş ve bibe. Keça xwe Hemrîn tev li Koma Seyacîn a Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo kir, her wiha zarokên xwe yên din jî fêrî biziqê kirin.

Hunermend Seîd Bîrhat dema qedexeya derketina derve wek derfet bi kar anî  û behreyên xwe û yên zarokên xwe dewlemendtir kirin, gîtar û keman anî û rojane lê didin û zarokên xwe fêr kirin.

)eh)

ANHA