Mijarên rojnameyên erebî – 1 Gulan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa nakokiya di navbera El-Esed û Mexlûf de, destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê û aloziya avakirina hikumeta Iraqê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 1 Gulan
1 gulan, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ DESTESERKIRINA PEREYÊN MEXLÛF NERAZÎBÛNA WÎ LI HEMBER EL-ESED DERKET

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa nakokiya di navbera Beşar El-Esed û Ramî Mexlûf de kir û wiha nivîsî: "Ramî Mexlûf kurê xalê serokê Sûriyê Beşar El-Esed ji nişka ve li ser pêkanîna desthilatan a tedbîrên li dijî wî di mehên borî de bersiva bihêrs da û destnîşan kir ku bi xebata xêrê ve girêdayî ye."

Mexlûf li ser rûpela xwe ya facebookê wiha nivîsî: "Piştî belavkirina alîkariya beriya çend rojan di vê meha pîroz de ji gel re, dinya li ser min rabû û dest bi gefên rawestandina tevahî xebatên me hat xwarin. Ji ber ku alîkariyê bi awayekî aşkera radigihînim û piştevaniya Komeleya El-Bistan dikim. Pirsa di vir de; çima dema ku dayîn zêde dibe bi çewtî vedigere? Ji ber çend salan ve mehane milyar û nîvek lîreyên Sûriyê alîkariyê didim gel, xizmeta birîndar û malbetên kesên jiyana xwe ji dest daye, dikim."

Komeleya El-Bistan rastî hin tedbîrên ji aliyê Şamê ve hat, ew jî li dijî şîrketên Mexlûf û torên wê bûn, ji nav jî şîrketa Syriatel a telefon û şîrketa sûka azad e.

Desteya El-Nazîme ya pêwendî û posta hikumet agahdarî ji şîrketên Syriatel û MTN’ê ya telefonan re der barê dayîna 234 milyar lîreya Sûriyê da, ku têkeve xezîneya dewletê. Ew jî bi hedefa vegera hevsengiyê ji ruxsetên ku ji her du şîrketan re hatine dayîne.

Desteyê soza dawî di 5’ê Gulanê de da, ku li pêş meclisa komseriyê da. Ew komserî xwe dispêre komîteya ku li gorî biryara serokwezîr a bi hejmara 1700 di 19’ê Îlona 2019’an de hatiye avakirin, anku di dema Şamê dest bi tedbîrên li dijî Mexlûf û şîrketên wê kiriye. Her wiha desteyê diyar kir heke di dema diyarkirî de pere nehat dayîn dê tedbîrên qanûnî bigirin.

Çapemeniyên fermî li ser zimanê lêkolînera aborî ya Sûriyê ragihand ku guhartina forma peymanên bi şîrketên telefûnê li welêt hatin îmzekirin re zêdetirî 338 milyar lîreyên Sûriyê anku nêzî 482 dolar amrîkî, kete xezîneyê.

Malperên civakî beriya çend rojan bi bîr xist ku wezareta darayî biryar da ku malên şîrketa girêdayî Mexlûf desteser bike, ji wan jî bîrên Petroleum Service ya ku li Beyrûtê ye û navê wê berê di lîsteya sizayên Amerîkî de bû, hatibû.

EL-BEYAN: HILWEŞANDINA PEYMANA SIXÊRAT ENQERE DIXE FIKARAN

Têkildarî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Biryara fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê ya qebûlkirina birêvebirina gel a kar û barên welêt di vê qonaxê de û hilweşandina peyamna Sixêrat û encamên wê hesabên rejîma Tirkiyê tevlihev kir, her wiha destwerdana wê li Lîbyayê jî. Bi wê re jî hejmarek ji berpirsên mezin ên Enqereyê hewl da vê pêngavê paşguh bikin an jî weke fersendekê ji hêzên çekdar ên Lîbyayê ji rewşa welatên wan ên hundirîn a aloz re ye."

Nûnerê taybet ê serokkomarê Tirkiyê ji Lîbyayê re Emrullah Ayleşer hewl da tewanbariya li dijî welatên wî yên bi piştevaniya koma Îxwan a Lîbyayê li ser hesabê gel biparêze û got ew piştevaniya tu partiyekî siyasî nakin, fersendgirtina AKP’ê ya destwerdana li Tirkiyê, qebakirina projeya xwe ya siyasî red dike.

EL-EREB: DYA BI ŞERTEKÎ PIŞTGIRIYA KAZIMÎ DIKE 

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Daxuyaniya wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo piştgiriya serokwezîrê Iraqê yê demkî Mistefa Kazimî ji gavên dawîn ên temamkirina avakirina hikumetê isbat dike, lê berpirsyartiya rêveberiya qonaxa bê girtiye ser xwe, nexasim xala girêdayî displîna derbeya şîe ya ku geh li têkiliya Bexdayê û Washingtonê dixwar dike û Washingtonê jî wek alîgira Îranê û tenê parastina serweriyên wê li Iraqê dike dibîne."

Çavdêrên ku rewşa Iraqê dişopînin texmîn dikin ku Washingtonê bi armanca naskirina karê Kazimî di rêvebirina desthilata rêveber a welatê wî de dişopîne. 

Mike Pompeo di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serokên Iraqê divê terka pişkên rêolan bikin, her wiha dive ji bo avakirina hikumetê û xurtkirina têkiliyên dualî yên di navbera Washingotin û Bexdayê  de xurtir bikin, tawîzan bidin.

(fr-eh)