​​​​​​​Êzidiyên Efrînê: Dewleta Tirk em dan koçberkirin û pîroziyên me wêran dike

Êzidiyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku mudaxele bikin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî civaka êzidî û gelê Kurd bi giştî li Efrîn û Şehbayê rawestînin.

​​​​​​​Êzidiyên Efrînê: Dewleta Tirk em dan koçberkirin û pîroziyên me wêran dike
1 gulan, 2020   08:47
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê çi li hundirê Efrînê yan jî koçberên li kantona Şehbayê dimînin, didomînin. Dagirker di radeya yekemîn de civaka êzidî dikin hedef.

Di vî warî de şêniyên êzidî yên ku li navçeya Til Rifetê dimînin ji ANHA’yê re axivîn. Şêniyan diyar kir ku ruxmî ku ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, lê dagirekeran li Şehbayê û navçeya Şêrawa ew kirin hedef û jîngehan topbaran dikin.

Şêniya êzidî ya bi navê Henen Nasro got: "Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kirin, hewl dan komkujiyên hovane li dijî gelê Kurd bi giştî û êzidî bi taybet dubare bikin. Piştî koçberiyê em li Şehbayê bi cih bûn. Lê dagirker rojane me dikin hedefa topên xwe, jiyana me û zarokên me dikin xetereyê."

Henen destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel koçberkirina şêniyan, cihên wan ên pîroz ên wek gor û cihên îbadetê wêran û talan kirin. Herî dawî dagirkeran li gundê Basûfan gora Şêx Elî yê pîroziya êzidiyan wêran kirin.  Henen bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku yekser mudaxele bikin da ku binpêkirinên dagirkeran rawestînin, dagirkirina Efrînê bi dawî bikin û cihên pîroz biparêzin.

Şêniyê êzidî yê bi navê Şikrî Ebdo hatina meha Remezanê li mislimanan pîroz kir û hêvî kir ku di vê meha pîroz de ewlehî û aştî li tevahiya cîhanê belav bibe. Her wiha koçber jî vegerin warên xwe.

Ebdo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya koçberkirina gelê êzidî û hedefgirtina wî, hewl didin êzidiyan tune bikin û wiha axivî: “Gor û cihên dîrokî û yên pîroz wêran dikin. Em ê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin û em dev ji mafên xwe berdin. Çi qas dem derbas bibe jî em ê vegerin warên xwe."

Li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa derdora 2 hezar malbatên êzidî yên ji koçberên Efrînê û şêniyên resen, dimînin.

Di 25`ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn gora Şêx Elî yê ji girîngtirîn gorên êzidiyan ê li gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa, wêran kir.

(şx)

ANHA