Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in

Koçberên ku di Kampa Waşûkanî de dimînin ji ber pirsgirêka toreya kanalîzasyonê û belavbûna bêhnên nexweş di kampê de, bi gazinc in. Rêveberiya kampê soz da ku ew ê di destpêka Gulanê de toreyê sererast bikin.

Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in
Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in
Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in
Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in
Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in
Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in
Niştecihên Kampa Waşûkanî ji ber toreya kanalîzasyonê bi gazinc in
1 gulan, 2020   07:38
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Kampa Waşûkanî bi 12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê ye. Koçberên ji Serêkaniyê û gundên girêdayî wê lê dimînin. Lê hinek kêmasî di xebatan de hene, di nav de jî toreya kanalîzasyonê.

Di kampê de toreya kanalîzasyonê bi rêk û pêk nîn e. Ji ber wê bêhneke nexweş di nav kampê de belav dibe û dibe sedema nexweşiyan.

Zehra El-Amaş koçberek ji Serêkaniyê ye û wiha dibêje: "Em ji be nebaşiya toreya kanalîzasyonê zehmetiyan dikişînin. Ava serşokan derbasî konên me dibe. Ji ber wê kelemêş di konan de kom bibin. Em ji rêveberiya kampê dixwazin şaredariyek di nav kampê de ava bibe ji bo ku paqijiya kampê bike."

Koçbera bi navê Fatme El-Ehmed ji gundê Menacîr ê girêdayî Serêkaniyê ye û destnîşan kir ku zarokên wan ji ber bêhna nexweş a ji ber ava serşokan nexweş dikevin. Fatme wiha domand:  “Boriyên toreyê teng in û şikestî ne. Ji ber wê av derdikeve derve.”

Koçberê bi navê Mehmûd Saw ê ji gundê El-Minacîr got: "Niha em ji ber Koronavîrusê di karantînayê dene, lê ya nexweşiyan ji me re çêdike kanalîzasyon e."

Di vî warî de ANHA’yê hevpeyvînek bi hevseroka Rêveberiya Kampa Waşûkanî Stêrk Reşk re çêkir. Stêrk got: "Piştî êrişa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha sala borî de me kamp di zûtirîn demê de ava kir. Me zêdetirî 11 hezar koçber pêşwaz kirin. Ji ber lezbûna avakirinê, me nikarî binesaziya kampê baş ava bikira."

Stêrk wiha domand: "Em soz didin şêniyên kampê ku di destpêka vê mehê de em toreya kanalîzasyonê sererast bikin. Ji bo şopandina pirsgirêkên wiha dê komîteyeke girêdayî meclisa kampê bê avakirin û dê mîna şaredariya kampê be."

Stêrk Reşk bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku alîkariyên tenduristiyê û madeyên dezenfektekirinê ji koçberan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA