Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumet û Îranê yên li Derayê kirin armanc

Balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê û hêzên Îranê yên nêzî sînorê parêzgeha Derayê kirin armanc.

Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumet û Îranê yên li Derayê kirin armanc
1 gulan, 2020   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA’yê ragihand ku duh di saetên derengiya şevê de balafirên şer ên Îsraîlê ji asîmanê Lubnanê ve nuqteyên herêma başûr kirin armanc û tenê zirarên madî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) parve kir ku balafirên Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumet û hêzên Îranê yên li herêma Til Ehmer, bejahiya Meiriyê ya rojavayê Derayê, herêma rojavayê Til Ehmerê ya li Quneytrayê ya nêzî sînorê bi parêzgeha Derayê ve kirin armanc.

Balafirên Îsraîlê di hefteya derbasbûyî de nuqteyên hêzên Îran û Hizbullaha Lubnanê ya li Şamê û derdora wê topbaran kirin û di encamê de çend endamên hêzên Îranê hatin kuştin.

(eh)