ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2020
1 gulan, 2020   04:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi wesîleya 1‘ê Gulanê daxuyaniyekê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku Rêveberiya Xweser karîbû serwerî û bikaranîna karkeran ji aliyê Partiya Baasê ve bi dawî bike û mafên ku ji beriya 50 salan ve jê hatibûn bêparkirin li wan vegerand jî, lê belê hîna jî ji bo pêşxistina karê wan pêwîstiya hêza kedkar bi gavên pratîkî û cidî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kirin ku mudexele bikin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî civaka Êzidî û gelê Kurd bi giştî li Efrîn û Şehbayê rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Idlibê tevgerên leşkerî yên aliyên bi nakok, zêde bûne. Dewleta Tirk a qala lihevkirina bi Rûsyayê û şerê çeteyên Tehrîr El-Şam re dike, hêzên xwe yên leşkerî dişîne herêmê. Ji ber mezinbûna asta nakokiyê di navbera dabînkerên Astanayê de,  ruxmî ku gelek civîn lidar xistin, lê negihiştin tu encaman. Gelo li Idlibê çi rû dide? (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Aldar Xelîl got: “Divê hêzên Kurd çareseriyê ji doza Kurd re bibînin. Bi rêya diyalogê bigihêjin lihevkirinan, ji şerê navxweyî dûr bikevin. Lihevkirinek û yekîtiyek di nava Kurdan de çêbikin. Mîna ku Rêber Abdullah Ocalan di axaftina xwe de ya dawî de bang kiriye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rojnamegerên jin 1`ê Gulanê li tevahiya kedkarên cîhanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku jin karkerên sereke yên civakê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- -Lêkolînerê siyasî yê lîbî Seraj El-Tawrgî got: “Gelê Lîbyayê ji lihevkirina El-Saxîrat azar kişand.  Meclisa şêwirê ya ku di encamê de çêbûye, milîs bikar anîn û pereyên Lîbyayê kontrol kirin. Di nav de çeteyên Tirkiyê yên ji Sûriyê hatine jî hene.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Hunermend Seyîd Bîrhat di rojên qedexeya derketina derve de zarokên xwe fêrî lêdana gelek amûrên mûzîkê dike da ku behreyên wan pêş bixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-  Ecamet yek ji rêgezên dermanê alternatîf e, ji ber ku ew yek ji wan adet û adetên ku mirov bikar tîne ye ku fêdeyên wê yên tendurst li ser dirûnî û laşê mirov hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampa Waşûkanî ji ber pirsgirêkên kanalîzasyonê û belavbûna bêhna genî azaran dikişînin. Rêveberiya kampê diyar kir ku ew ê 1‘ê Gulanê xetên kanalîzasyonê ji nû ve çaksaz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA