Li Misirê êrişa bombeyî: Efserek mir, 8 leşker birîndar bûn

Berdevkê leşkerî yê Misirê ragihand ku li başûrê bajarê Bîr El-Ebid li dijî panzêrek hêzên wan êrişek bombeyî pêk hat, efserek hate kuştin û 8 leşker birîndar bûn.

Li Misirê êrişa bombeyî: Efserek mir, 8 leşker birîndar bûn
30 nîsan, 2020   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Misirê diyar kir ku teqemeniyek bi panzêrekê ve  teqiyan. Berdev diyar kir ku êriş li deveke başûrê bajarê Bîr El-Ebid a bakurê Sînayê pê hat, di encamê de efserek hate kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Berdevkê leşkerî diyar kir ku çalakiyên wan ên li dijî terorîstan berdewam in.