​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e

Tevî ku Rêveberiya Xweser karîbû serwerî û bikaranîna karkeran ji aliyê Partiya Baasê ve bi dawî bike û mafên ku ji beriya 50 salan ve jê hatibûn bêparkirin li wan vegerand jî, lê belê hîna jî ji bo pêşxistina karê wan pêwîstiya hêza kedkar bi gavên pratîkî û cidî heye.

​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
​​​​​​​Hîna bandora siyasetên Baasê li ser karkeran  berdewam e
1 gulan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Ji destpêka rabûna sîstema kapîtaslît ve, ji bo pêkanîna berjewendî û armancên xwe û qazanckirina zêde hewl dide ku berhemdariyê zêde bike, bêyî ku tu nirxî bide karkeran ku ji bo pêkanîna van qazancan têdikoşin.

Di 1`ê Gulana 1886`an li bajarê Chicago yê Amerîkayê mezintirîn xwepêşandanên karkeran pêk hatin. Lewra roja 1`ê Gulanê wekî roja karkeran hat pejrandin.

Nêzî 400 hezar karkerî beşdarî xwepêşandanan bû û xwestin ku saetên kar ên dirêj bên kêmkirin û dakevin 8 saetan û şert û mercên karkirinê baş bibin. Lê belê hêzên dewleta Amerîkayê gule li xwepêşandêran reşand û bi sedan karker hatin kuştin, her wiha bi sedan rêxistinkarên çalakiyan û xwepêşandanan hatin girtin. Bi vê yekê her sal di 1`ê Gulanê de xwepêşandan pêk dihatin û kar dihat rawestandin. Heta ku bi awayekî fermî 1`ê Gulanê wekî roja karkeran hat pejrandin.

Di 1889`an de Kongreya Damizrêner a Umemiyê ya duyem anku Umeniya Sosyalîzim biryara birêxistinkirina çalakiyeke cîhanî ji bo pîrozkirina roja karkeran ji dîroka 1`ê Gulana 1890`î de, da. Çalakî her wiha ji bo kêmkirina saetên kar ji bo 8 saetan û bîranîna qurbaniyên Chicago, pêk hat.

Piştre gelek welatên Asya ev roja wekî roja karkeran pejirand ku tê de hemû saziyên fermî yên hikumetê li welêt bên girtin. Heta roja me ya îro li gelek welatên wekî; Çîn, Hindistan, Rûsya, Sûriyê, Iraq û Yemenê ev roj tê pîrozkirin. Lê belê li welatên; Tirkiyê, Endûnûsiya, Pakîstan, Sûdiyê û Emanê, pîrozbkirina vê rojê qedexe ye.

Rewşa karkerên Sûriyê jî ji rewşa karkerên welatên din ên cîhanê ne baştir bû. Nexasim piştî ku Partiya Baasê hat ser desthilatê, bi siyasetên xwe hewl da ku civaka Sûriyê dûrî xwestina mafên xwe bike û berê civakê tenê bi aliyê peydakirina dabara jiyana rojane de kir.

Fehid Hisên (40) ku karkerekî bajarê Qamişlo ye, ji ANHA`yê re behsa rewşa karkeran beriya û piştî aloziya Sûriyê kir û wiha got: "Ji bo peydakirina kar, min berê xwe da gelek bajarên Sûriyê û Lubnanê û wekî karkerekî normal min gelek kar kirin. Heta niha jî bêyî maf û lênêrîn, ez karê xwe dewam dikim."

Di vê mijarê de, sekertêrê Partiya Komunust a Kurdistanê Necim El-Dîn Mele Omer ji ANHA`yê re wiha got: "Şaştiyên mezin di siyasetên Baasê de li dijî karker, kedkar, welatparêzan û akîtîvîstên mafên mirovan hebû, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Partiya desthilatdar li dijî gelên herêmê û beşê karker û cotkaran, siyaseteke bi tehlûke meşand."

Yek ji wan siyasetan projeya Kembera Ereban bû ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim li herêmên Kurdan sala 1974`an pêk hat. Vê yekê rê li pêşiya bêkariyê vekir. Her wiha derfetên kar li herêmê tune kir û tenê li bajarên hundirê Sûriyê peyda kir, da ku şêniyên herêmê nikaribin di qadên din ên jiyanê de xwe bi pêş bixin.

Karketên bi navê Mihemed Emîn Mihemed (80) tevî ku bi temen mezin jî, lê belê hîna jî di lêkirina avahiyan, barkirin û di baxçeyên Qamişlo de kar dike.  Miheme wiha dibêje: "Ji ber ku derfetên kar li kargehên herêmê tune bûn û tenê li bajarên wekî; Hums, Şam û bajarên Lubnanê hebû, ez çûm wan deran û min kar kir."

Xebatkarê sûka bajarê Qamişlo Ehmed Hesen El-Elî (60) destnîşan kir ku tevî ku wî dibistana amadehî bi dawî kiriye jî, lê belê ji ber siyasetên li dijî şêniyên herêmê pêk dihatin nikarîbû karekî di saziyên dewletê de peyda bike û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji ber ku em tev li ciwanên Partiya Baasê nebûn, hikumetê dixwest ku em karker bin."

Necim El-Dîn Mele Omer di vê der barê de diyar kir ku Partiya Baasê bi siyasetên xwe hewl da ku hemû qadên çandiniyê, petrolê, bazirganiyê û karê destan bike xizmeta desthilatê. Her wiha kargehên gazê, yên petrolê, kargehên çîmento, fosfat, kargehên kaxizan û hwd..ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî ji herêmên Kurdan dûr xist ku madeyên xam ên van kargehan ji wê herêmê derdiketin. Da ku şêniyên herêmê li cihên dûr bide karkirin û ji herêmên wandûr bixe.

Li Sûriyê zêdetirî 8 yekitiyên pîşesazî hene ku gelek neqabet girêdayî wan in, yekîtiyên sereke ev in; yekitiya pîşesazî ya xizmetên giştî, yekitiya pîşesazî ya karkerên madeyên xwarinê û geşkirina çandiniyê, yekitiya pîşesazî ya karkerên veguhestinê, yekitiya pîşesazî ya karkerên petrolê, yekitiya pîşesazî ya karkerên eleketrîkê, yekitiya pîşesazî ya karkerên avahiyan. Lê belê hemû saziyên girêdayî van yekitiyan girêdayî dewletê bû û li şûna ku karker girêdayî saziyên civaka sivîl bin, ew girêdayî dewletê kirin.

Der barê rola neqabetên pîşesazî yên wê demê, berpirsa yekitiya kedkaran Leyla Memû got: “Dewletê karker paşguh kiribû. Tevî ku neqabet hebûn jî, lê belê yekser girêdayî dewletê û desthilatê bûn û dûrî navaroka xwe ya daxwaza mafên kedkar û karkeran bû.”

Siyasetên Partiya Baasê li herêmê 50 salî dewam kir û bi projeya neteweyî ya Mihemed Teleb Hîlal a girêdana herêman bi dewletê ve û tunekirina derfetên kar, li hev hatin.

Bi destpêkirina şorşa Sûriyê re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li pêşiya karkirinê vebû û derfetên kar ji bo şêniyên herêmê hatin peydakirin. Her wiha bingeha geşkirin û pêşxistina karkirina şêniyan, hat danîn.

Piştî avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberiyê piştgirî da qada taybet a xebatê û fînanse kir. li gorî Necim El-Dîn Mele Omer, vê yekê tevgera kar geş kir û rewşa karkeran bi awayekî ber biçav baş kir, her wiha pêşketin di aliyê bazirganiyê, çandiniyê û pîşesaziyê de çêkir.

Li gorî Desteya kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta niha zêdetirî 250 hezar derfetên kar di rêveberiyê de ji hemû beşên civakê re, hatine peydakirin.

Herî dawî, di vê der barê de Rêveberiya Xweser tedbîrên din girt û mecilsa giştî di 22`ê Mijdarê de qanûna yekirina karkerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê kir.

Di 137 bendên qanûnê de, li ser maf û erkên karkeran, birêxistinkirin û pêşxistina karê saziyan, şert û pîvanên karmendiyê û tiştên girêdayî kar û barê karmend û karkeran, hat erêkirin.

Karê û xebatên Rêveberiya Xwerser di vê der barê de hişt ku careke din neqabet û yekitiyên pîşesazî yên li herêmê aktîv bibin û bikevin xizmeta berjewendiya beşê karkeran. Her wiha mafên wan misoger dike û şert û mercên baş ên karkirinê bêyî keysbazî, armanc dike.

Leyla Memû li ser vê yekê wiha dibêje: "Piştî şoreşa Sûriyê pêwîst bû ku em rola neqabet û yekitiyan aktîv bikin, da ku mafên karkeran biparêzin û daxwaza şertên baş ên karên her du qadên taybet û giştî, bikin."

Leyla Memû wiha pê de çû: "Erka Yekitiya kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarkirina karkeran e, da ku mafên wan ên wekî saetên kar û şertên tê de kar dikin misoger bikin û pirsgirêkên ku rastî wan tên bi rêya qanûnên li herêmê çareser bikin."

Tevî piştgiriya û alîkariya Rêveberiya Xweser û neqabetên karkeran ên herêmê jî, lê belê hîna jî karker û kedkar rastî gelek astengiyan tên ku ya herî sereke neîstqrarbûna ewlehiyê li herêmê û tunebûna qanûneke giştî ku erk û mafên karkerên her du qadên xebatê yên giştî û taybet diyar dike ye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ed9qQNstqo4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>