Artêşa Lîbya: Hikûmeta Wîfaqê agirbestê binpê dike

Murdirê rêveberiya perspektîfên manewî yê artêşa niştîmanî ya Lîbya destnîşan kir ku hikumeta Wîfaq biryara agirbestê binpê dike.

Artêşa Lîbya: Hikûmeta Wîfaqê agirbestê binpê dike
30 nîsan, 2020   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Mudirê rêveberiya perspektîfên manewî yê artêşa niştîmanî ya Lîbya general Xalid El-Mehcûb ji SkyNews re got: "Redkirina hikumeta Wîfaq a ji agirbestê biryara milîsan e."

Berdevkê artêşa niştîmanî ya Lîbya Ehmed El-Mismarî roja Çarşemê bi hatina Ramazanê re  agirbest ragihandibû û gotibû: "Li pêşberî gel tenê du berbijark hene, yan aştî û tunekirina milîsan. Yan jî qebûlkirina êrişkera Tirk."

Hikumeta El-Seraj a ku Tirkiyê û Qeter desteka wê dike agirbesta Ramazanê red kir û destnîşan kir ku şer berdewam e.

Xalid El-Mehcub ji SkyNews re got: "Milîsan binpêkirina agirbestê bi rêya hedefgirtina bajaran didomîne."

El-Mehcub wiha berdewam kir: "Me gelek caran hewl da derfeta aştiyê bidin, lê milîsan kiryarên xwe yên terorîst bidomînin."

El-Mehcub bal kişand ser ku Tirkiyê binpêkirina serdestiya Lîbya didomîne.

(şx)