Hêzên hikumetê êrişên li dijî çeteyên dewleta Tirk zêde kirin

Çend saet beriya ku Rûsya, Tirkiye û Îran civînekê ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê li dar bixin, hêzên hikumetê topbarana li ser herêmên ku çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê dagir kirine, zêde kir.

Hêzên hikumetê êrişên li dijî çeteyên dewleta Tirk zêde kirin
23 nîsan, 2020   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku hêzên hikumetê El-Fetîra ya Cebel El-Zawiyê îro di saetên sibê de bi moşekan topbaran kir. Her wiha di navbera hêzên rejîmê û fesîleyan de li eniya Filêfil a başûrê Idlibê gulebaran çêbû û tu agahî der barê zirarên mirovî de nehatin bidestxistin.

Navendê tekez kir ku balafirên kefşê yên Rûsyayê li ser asîmanê gundewarên başûrê bajarê Idlibê geriyan.

Navendê duh diyar kiribû ku hêzên rejîmê Kensefra û El-Fetîra yên Cebel El-Zawiye bi moşekan topbaran kirin, her wiha balafirên kefşê bi awayekî zêde li asîmanê “herêmên bêçek” digeriyan û dewleta Tirk a dagirker baregehên hêzên hikumetê yên li gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin.

(bx)