WHO: Hewcedarî bi demeke dirêj heye ku cîhan ji Koronavîrusê rizgar bibe

Gerînendeyê giştî yê WHO`yê Tidros Gypressus hişyarî da ku demeke dirêj ji cîhanê re divê ku ji vîrusa nû ya koronayê (Covid-19) xelas bibin, nemaze ku piraniya dewletan di qonaxa yekemîn a pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê de ne.

WHO: Hewcedarî bi demeke dirêj heye ku cîhan ji Koronavîrusê rizgar bibe
23 nîsan, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Tidros Gypressus di civîneke çapemeniyê de ku li navenda Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Cinêvê hate lidarxistin, piştrast kir ku rêya wan dûdirêj e, ev vîrus dê demeke dirêj bimîne.

Hişyariya gerînendeyê giştî di demekê wiha de hat ku DYA`yê WHO rexne kir û parve kir ku baş tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusê nagire û hişyarî bi derengî daye.

Gypressus piştrast kir ku rêxistinê di 30’ê Çileyê de rewşa awarte ragihand û li pêşberî cîhanê demeke baş hebû tedbîrên xwe bigirin.

DYA’YÊ DÎSA ÇÎN TAWANBAR KIR

DYA hîn jî Çînê tawanbar dike ku detayên girîng ên der barê Koronavîrusê de vedişêre û wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo diyar kir ku DYA`yê ji Çînê xwest ku bazarên sewalan bigire, her wiha destnîşan kir ku girêdan di navbera wan bazaran û belavbûna nexweşiyê de heye.

Di daxuyaniyeke din de jî fikarên xwe der barê tedbîrên Çînê yên ji bo ewlehiya taqîgehên xwe girtine de anîn ziman, lewma bang li Pekînê kir ku rê bidin çavdêrên navneteweyî ku destwerdana wan avahiyan bikin.

OXFORD DEST BI CERIBANDINA DERMANEKÎ DIKE

Zanîngeha Oxfordê ya Brîtanyayê dê îro aşlekirina Ii dijî vîrusa koronayê biceribîne. Dê aşlekirina Oxfordê ku bi navê "CHADOX1nCoV-19" tê naskirin, li ser 510 kesan were ceribandin, test dê 6 mehan dirêj bike û heta zanyar bikarin testê fêm bikin ka gelo encamên wê baş in an na.

DANEYÊN DAWÎN ÊN KORONAVÎRUSÊ

Li Hindistanê hejmara nexweşên Koronavîrusê gihaşt 21 hezarî, 681 mirî hene û 4 hezar û 258 kes jê baş bûne.

Li Sûdanê 22 nexweşên nû hatin qeydkirin, bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan bû 162 kes.

Zanîngeha Johns Hopkins da zanîn ku di nava 24 saetan de zêdetirî hezar û 700 kes li DYA`yê ji ber Koronavîrusê mirine.

Çînê ragihand ku 10 kesên din bi Koronavîrusê ketine û tekez kir ku tu kesên nû bi vîrusê ne mirine. Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê gihaşt 82 hezar û 798 kesî û 4 hezar û 632 mirî.

Li Mexribê (Fas) 237 nexweşên nû di nava 24 saetên derbasbûyî de hatin qeydkirin û hejmara giştî ya nexweşan bû 3 hezar û 446 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku 169 kesên nû bi Koronavîrusê ketin, her wiha 12 kesên din bi vîrusê mirin.

Wezareta Tendurisiyê ya Îmaratê diyar kir ku hejmara kesên ji ber Koronavîrusm mirine, bû hezar û 456 kes.

Li Brîtanyayê 665 kes bi Koronavîrus di nexweşxaneyan de mirin, bi vê yekê hejmara giştî bû 16 hezar û 272 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya Erebistana Siûdî da zanîn ku 172 kes vîrusê baş bûn, hejmara giştî bû hezar û 812 kes, her wiha hezar û 141 kesên nû bi vîrusê ketin.

Hollandayê ragihand ku 138 kesên din bi Koronavîrusê mirin û 708 kes pê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Qeterê da zanîn ku 608 kesên nû bi Koronavîrusê ketine.

Li Îranê hejmara nexweşan bû 85 hezar û 996 kes û 5 hezar û 391 mirî.

Li Fransayê 544 kesên din bi Koronavîrusê mirin û hejmara giştî ya miriyan bû 21 hezar û 340  kes.

Wezareta Tenduristiyê ya Urdunê aşkera kir ku 7 kesên nû bi Koronavîrusê ketin û hejmara giştî ya nexweşan bû 435 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya Tûnisê da zanîn ku 17 kesên din bi vîrusê ketine û hejmara nexweşan bi giştî bû 901.

Wezareta Tenduristiyê ya Umanê got 106 kesên din bi vîrusê ketine.

Li Tirkiyê 117 kesên din bi vîrusê mirin û hejmara giştî bû 2 hezar û 376 kes.

Di kampa El-Celîl a li Bîqa ya Lubnanê de di nava koçberên Filistînê de yekemîn kes bi Koronavîrusê ket.

Wezareta Tenduristiyê ya Kiwêtê da zanîn ku 168 kesên nû bi vîrusê ketine û hejmara giştî ya nexwşan bû 2 hezar û 248 kes.

Li Rûsyayê 5 hezar û 236 nexweşên nû hatin qeydkirin û hejmara miriyan li welêt bû 513.

(eh-bx)