Koçberên Kampa Waşûkanî banga alîkariyê dikin

Koçberên kampa Waşûkanî ya kantona Hesekê tedbîrên hişyariyê li dijî Koronavîrusê digirin, lê kêmbûna xebatên tenduristî û xwarinê, li gel ku rêxistinên mirovî rola xwe nalîzin, metirsiyên wan zêde dibin. Koçberan banga pêşkêşkirina alîkariyan kirin.

Koçberên Kampa Waşûkanî banga alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Waşûkanî banga alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Waşûkanî banga alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Waşûkanî banga alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Waşûkanî banga alîkariyê dikin
23 nîsan, 2020   09:32
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM-SALIH MIHEMED

Piştî ku Koronavîrûs li cîhanê belav bû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da rê li pêşiya derketina vîrusê bigire. Ji ber wê gelek tedbîrên hişyariyê girtin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran koçber di kampan de dimînin. Ev koçber ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê DAIŞ’ê neçar mane ji warên xwe derkevin. Rêxistinên mirovî yên navnetewî alîkariyê bi kampan re nakin, hema demê de Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî jî heta niha tu alîkarî bi herêmê re nekiriye.

Her çendî rêveberî xwedî li koçberan derdikeve jî, lê di aliyê tenduristî û xwarinê de pirsgirêk hene. Li gel paşguhkirina rêxistinan piştî belavbûna Koronayê metirsiyên koçberan zêde dibin.

Kampa Waşûkanî li kantona Hesekê ye. Kamp gelek zehmetiyan dikişine, tenê Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberan dike.

Li gel wan kêmasiyan gelo koçberên Weşûkanî çawa tedbîrên xweparastinê ji Koronavîrusê digirin? Gelo daxwazên wan çi ne?

Nûçegihanên ajansa me nêrînên niştecihên jin ên kampê girtin.

Koçbera bi navê Leyla Ferhan got: "Piştî biryara qedexeya derketina derve li kampê hat ferzkirin, me tedbîrên pêwîst girtin. Niştecihên kampê serdana hev du nakin. Lê hevserê min neçare derkeve kar da ku pêdiviyên me peyda bike."

Koçbera bi navê Celîla Hesen got: "Em hewl didin tedbîran bînin cih û xwe biparêzin. Lê kêmasî di kampê de hene. Destav di nav kampê de bi temamî nehatine amadekirin. "

Her wiha koçbera bi navê Amne Ibrahîm El-Ehmed dibêje: "Ez pir bi paqijiya zarokên xwe re eleqdar dibin, bi taybet dema ji konê derdikevin. Beriya xwarin û piştî wê destên wan dezenfekte dikim. Komîteyên Rêveberiya Xweser madeyên paqijiyê li ser me belav kirin."

Girêdayî rewşa kampê hevseroka Rêveberiya Kampa Weşûkanî Stêra Reşk ji ANHA’yê re got: “Di nav tedbîrên hişyariyê yên li dijî  Koronavîrusê de me gelek gav avêtin. Me çûyîn û hatina kampê qedexe kir û me nehişt koçber li hev kom bibin. Rêveberiya kampê bi koordîneya hinek rêxistinên herêmî me xwarin, madeyên paqijî û dezenfektekirinê li koçberan belav kirin. "

Stêra destnîşan kir ku rêxistinên mirovî û navneteweyî soz dan ku alîkariyê pêşkêşî kampê bikin, lê sozên xwe binpê kirin û tu alîkarî pêşkêş nekirin.

Stêra bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku alîkariyê ji koçberên kampa Waşûkanî re pêşkêş bikin bi taybet derman, mask û madeyên dezenfektekirinê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cabt74hLTgg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>