Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike

Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Til Bêder ê girêdayî kantona Hesekê, xizmeta tenduristî ji 39 gundan re pêşkêş dike. Lê pêwîstiya navendê bi ambulans û zêdekirina hejmara xebatkarên tenduristiyê heye.

Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Bêder xizmeta 39 gundan dike
23 nîsan, 2020   08:43
HESEKÊ-COZA IBRAHÎM

Gerînendetiya Tenduristiyê li ser daxwaza şêniyên bajarokê Til Bêder ê girêdayî kantona Hesekê, di 30’ê Îlona 2019’an de navendeke tenduristiyê li bajarok vekir.

Navend nexweşên 39 gundên girêdayî bajarok pêşwazî dike. Tê de dermanxane, beşa jinan, hundirîn, zarok, bedxwarin, dermankirina birînên biçûk û lezgîn hene.

Li gel belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li cîhanê Rêveberiya Xweser bi koordîneya Heyva Sor a Kurd girîngî da warê tenduristiyê û gelek navend amade kirin û alîkarî ji navendên tenduristiyê yên di nav gundan de pêşkêş kirin. Ji ber ku êdî şênî ji bo dermankirinê nikarin biçin bajaran.

Tevahiya nexweşxane û navendên tenduristiyê yên bajarê Hesekê navendên karantînayê amade kirin. Ji wan yek jî navenda Til Bêder a ku bi 35 km li bakurê bajarê Hesekê ye.

Fuad Cebir ji şêniyên gundê Micfe yê girêdayî bajarokê Til Bêder e. Girêdayî xebatên ku navenda tenduristiyê pêşkêş dike, wiha got: "Dan û standina bijîşkan û muayene baş in lê kêmasî di dermanan û hejmara bijîşkan de heye."

Fuad Cebir bang li aliyên têkildar kir ku hejmara kadroyên tenduristiyê zêde bikin ji ber ku nexweşên gelek gundan serdana navendê dikin û ji ber rewşa heyî barê navendê giran e.

Gerînendeyê navendê Ebdulezîz Mihemed jî wiha got: "Navend rojane derdora 60 nexweşan pêşwazî dike. Em hewl didin tevahiya tedbîrên hişyariyê ji bo parastina welatiyan bigirin. Di nav de pîvankirina pileya germahiyê ya nexweşan û zanakirina welatiyan ji aliyên tenduristî û paqijiya kesayetî. Di navendê de jî karantînayek hatiye amadekirin. Pêwîstiya me bi desteka Gerînendetiya Tenduristiyê heye. Pêwîstiya navendê bi ambulans, derman û bijîşkan heye.”

Di dawiyê de Ebdulezîz Mihemed bang li Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê kir ku hejmara bijîşkên pispor zêde bike.

(şx)

ANHA