Kurdistaniyên li Lubnanê: Ji lîstokên dijmin hişyar bin

Kurdistanî, Kongreya Star û Tevgera Ciwanan ên li Lubnanê metrisiyên xwe girêdayî rewşa Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman. Her wiha bang li gelê Kurd û hêzên siyasî kirin ku ji siyasetên dijmin hişiyar bin.

Kurdistaniyên li Lubnanê: Ji lîstokên dijmin hişyar bin
20 nîsan, 2020   14:20
BEYRÛT

Kongreya Star, kurdistanî û Tevgera Ciwanên Rojava yên li paytexta Lubnanê Beyrûtê daxuyanî bi raya giştî re parve kirin.

KONGREYA STAR

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de rewşa Lubnanê ya jiyanî li gel belavbûna Koronavîrusê  destnîşan kir û bibîr xist ku bi hezaran penbarên Sûriyê û Filistînê û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav rewşek trajedîk de ne. Tevî wê jî hikûmeta Lubnan û NY`î erkên xwe li hemberî wan nînin cih.

Kongreya Star di berdewama daxuyaniya xwe de rewşa kurdistaniyên li Lubnanê vegot û diyar kir ku ruxmî şert û mercên dijwar lê ew li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bifikar in û wiha got: "Wek Kongreya Star a Lubnanê em dixwazin rewşên ku rêbertî tê re derbas dibin bizanibin û destûr ji hevdîtinên parêzeran pê re bêne dayîn."

DEWLETA TIRK HEWL DIDE NAKOKIYAN DI NAVBERA GELÊ KURD DE DERXÎNE

Kongreyê di daxuyaniya xwe de behsa bûyerên dawîn li Zînî Wertê kir û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide nakokiyan di navbera gelê Kurd de derxîne. Kongreyê bang li PDK`ê kir ku nebe lîstokek di destê dewleta Tirk de û wiha domand: "Ew parçebûnê red dike. Ger şer çêbû jî wê mala Barazanî yekemîn kesên jê zirar binînin û xiyaneta wan eşkere bibe. Gelê başûr jî wê pişta xwe bide Tevgera Azadiyê û dê nas bike kî xayîn e.

Kongreyê destnîşan kir ku ev şer ne ji berjewendiya gelê Kurd e. Bang li PDK`ê kir ku ji Qendîlê vekişe û nebe sedema şerek navxweyî. Her wiha banga dadgehkirina pergala Tirkiyê li ser asta naventeweyî,  ji ber sûcên li dijî gelê Kurd kirine, kir.

KURDISTANIYAN

Bi navê Kurdistaniyên li Lubnanê Ednan Şêxo daxuyaniya xwend û ev tişt got: "Em tecrîda li Rêber Abdullah Ocalan û êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên bakurê Sûriyê li gel belavbûna Koronavîrusê li cîhanê şermezar dikin. Em li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi fikar in."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker rewşa heyî li cîhanê, bikar tîne û êrişî herêmên Kurdistanê dike û sivîlan dikuje. Kurdistaniyan di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyê şermezar kirin û bang li gelê Kurd û hêzên siyasî kirin ku ji siyasetên dijmin hişyar bin. Her wiha bang li tevahiya partiyên Kurd û kesayetên siyasî li tevahiya Kurdistanê kirin ku rola xwe ya welatparêz(netewî) bilîzin û çareseriyan ji rewşa heyî re bibînin. Bang li PDK û YNK`ê  kirin ku dest bi diyalogê bikin da ku rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin.

TEVGERA CIWANÊN ROJAVA

Ji aliyê xwe ve Tevgera Ciwanên Rojava tecrîda li Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û got piştî derketina Koronavîrusê dewleta Tirk hevdîtinên Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatê re qedexe kirin.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku destûr bide hevdîtinan da ku gelê Kurd û gelên din rewşa wî nas bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E73TwRLhxxM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>