Partiya Kesek a Kurdistanê banga kongreya netewî ya Kurdistanê kir

Partiya Kesek a Kurdistanê got: "Di demekê de ku li cîhanê guhertinên nû li ser asta damezirandina pergeleke global rû didin, em dibînin ku pergalên dagirkirinên welatê me gelê Kurd ber bi şerekî Kurdî-Kurdî ve didehfîne." Partiya Kesek a Kurdistanê banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê kir.

Partiya Kesek a Kurdistanê banga kongreya netewî ya Kurdistanê kir
20 nîsan, 2020   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Partiya Kesk a Kurdistanê hate gotin:

"Di sedsala borî de welatê me Kurdistan dabeşî çar parçeyan hate kirin. Her parçeyek di bin dagirkeriyekî de ma. Tevî ku di wê demê de hebûna kurdan a gelerî û siyasî di qada navdewletî de hebû, lê nedikarî mafên xwe bidest bixin, sedema vê yekê ji ber ku ne yek in.

Gelê me bi destê dewletên mêtîgerên Kurdistanê gelek azar kişandin, gihişt asta qirkirina etnîkî, ziman û çand li ser gelê me were meşandin. Li hemberî van polîtîkeyan gelek şoreş derketin, lê nedikarin tiştekî ji gelê me yên Kurd re bikin.

Di salên 90‘î yên sedsala borî de bi hilweşandina Yekitiya Sovetê re hevsengiyên navdewletî hatin guhertin. Di encamên şerê rizgarkirina Kuwêtê de, serhildana Adarê ya li Başûrê Kurdistanê û koçberiya bi milyonan kesî Koalîsyona Navnetewî ya wê demê biryara parastina herêmên bakurê yên Başûrê Kurdistanê û qedexeya firîna balafirên Iraqê yên ku sivîl û şînkayî  topbarankirin da. Bi vê  re yekem car herêmek ewle ji bo gelê yê li Başûrê Kurdistanê çêbû.

Di sedsala heyî de, ji berî 8 salan ve gelê me bi pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê şoreş û rêveberiya xweser pêk anî.n

Di demekê de ku gelê me li her çar parçeyên Kurdisanê li benda yekitiya tevgera siyasî ya Kurdî û damezirandina kongreyeke netewî ye da ku tevahî mafên xwe bidest bixin, em dibînin ku rejîmên dagirkerên welatê me gelê me ber bi şerekî Kurdî-Kurdî ve didehfîne da ku nehêlin Kurd azadî û serexwebûna ji pergalên faşîst û desthilatdar bidest bixin.

Em Partiya Kesk a Kurdistanê dibînin ku di demekê de ku li cîhanê guhertinên nû li ser asta damezirandina pergeleke global rû didin, divê tevgerên siyasî yên Kurdî destkeftiyên gelê me yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê biparêzin û pirsgirêkên xwe bi diyalogan çareser bikin. Ti pirsgirêk nîne û çareserî jê re nîne, ev pirsgirêkên niha divê bi lez werin çareserkirin, ji wan nakokiyên li herêma Zînî Wertê û ambargoya li ser wargeha penaberên Kurd a Mexmûrê.

Her wiha em banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê dikin. Em bang li tevahî aliyan dikin ku têkiliyên xwe bi pergalên mêtîgerên Kurdistanê re yên li ser hesabê têkoşîna gelê me qut bikin û bi tu awayan destekê nedin pergalên mêtîgerên welatê me li dijî têkoşîna gelê me."

ANHA