El-Esed û Zerîf civiyan

Serokê hikûmeta Sûriyê Beşar El-Esed bi wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re civiyan. Her du aliyan mijarên girêdayî komîteya destûrî, civînên Astana û binpêkirinên Tirkiyê li dijî serdestiya Sûriyê gotûbêj kirin.

El-Esed û Zerîf civiyan
20 nîsan, 2020   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro El-Esed bi wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re li paytexta Sûriyê Şamê civiya.

Li gorî SANA di hevdîtinê de xeta siyasî di nav de komîteya destûrî, gera Astana, pêketinên rewşên bakurê Sûriyê li gel êrişên Tirkiyê yên domdar li dijî serdestiya Komara Ereb a Sûriyê çi dagirkirina yekser an jî bi rêya  zêdekirina hejmara nuqteyên çavdêr, gotûbêj kirin.

El-Esed di civînê de got: "Nêzîkatiyên Tirkiyê li ser erdê rastiya niyatên wê eşkere dikin. Tirkiyê lihevkirinên Astana  û Soçî binpê dike û bi serdestiya Sûriyê û yekitiya axa wê îtîraf nake. "

Li gorî SANA‘yê ji aliyê xwe ve Zarîf hewldanên rojavayî yên heyî ji bo bikaranîna mijara çekên kîmyawî li Sûriyê şermezar kirin.

(şx)