Mijarên rojnameyên erebî – 3 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa pêşeroja Rojhilata Navîn li gel berbelavbûna Koronavîrusê, aloziya Îranê û Amerîkayê li ser xaka Iraqê, girêkkirina dewleta Tirk a aloziya Lîbyayê bi rêya planên deryayî yên nû kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 3 Nîsan
3 nîsan, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: PÊŞEROJA HERÊMA EREBAN PIŞTÎ KRÎZA KORONAVÎRUSÊ

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa aloziya Koronavîrusê (Covid-19) li dewletên Ereb kir û wiha nivîsî: "Koronavîrusê li cîhan û herêma Rojhilata Navîn berbelav dibe û gefan li civak, aborî û gelek hikumetên dewletan dixwe. Ev krîz di demekê de ku li gelek dewletên erebî xwepêşan ji bo guhartina rewşên aborî, civakî û siyasî hebûn, pêk hat.

Ev krîz tevahî dewletên herêm û rejîma herêmî li hember hevrikiyên ewlehî, siyasî û hebûnê datîne. Li aliyekî din jî li gel aloziyên aborî yên kûr li dewletên Ereb, ev krîz hat. Her wiha li hinek dewletan jî sîstemên wan binkeftî yan jî ne aktîf in ku tê de şerên navxweyî û destwerdanên leşkerî yên derve li ser xakên wan pêk tên.

EL-EREB: IRAQ LI BERAMBER NAKOKIYÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ YE KU SERWERIYA WÊ BINPÊ DIKIN

Têkildarî aloziya Amerîka û Îranê li xaka Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di navbera DYA û Îranê de li Iraqê nakokî zêde dibin, li aliyekî din jî Iraq li beramber van binpêkirinên li ewlehî, aştiya gel û serweriya xaka wê tune ye."

Serokê Amerîka Donald Trump Îran hişyar kir ku ger êrişî wê û hevalbenên wê li Iraqê kir dê temenê wê biha be.

Îranê li ser zimanê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Ciwad Zerîf bersiv da û îşaret bi hevalbendên wê li Iraqê kir, her wiha destnîşan kir ku dê milîsên wê yên şîe li hember hêzên Amerîkayê yên li xaka Iraqê bisekinin. Ji lew re Trump Tehran û wekîlên wê yên li Iraqê hişyar kirin.

Bi rêya civîna çapemeniyê ya li Koşka Spî serokê Amerîkayê Donald Trump wiha got: "Em dijminatiyê naxwazin, lê belê heke Îran û milîsên wê li dijberî me sekinîn dê der barê wê yekê de poşman bibin."

Li aliyekî din jî Trump bi twittekê wiha got: "Li gorî agahiyên heyî, Îran û hevalbendên wê plan dikin ku hêzên Amerîka û avahiyên wê yên li Iraqê hedef bigire." Her wiha DYA’yê û Îran şerekî tund der barê serweriya li Iraqê pêk tînin, lê şansa Tehranê ya piştevaniya aliyên aktîv û komên çekdar heye.

Li Iraqê çend hezar leşkerên Amerîkayê bi serkêşiya DYA’yê ku piştgiriya hêzên Iraqê li hember rêxistina DAIŞ’ê bikin, hene.

EL-BEYAN: TIRKIYE PLAN DIKE KU BI RÊYA DERYAYÎ DERBASBÎ NAVA LÎBYAYÊ BIBE

Der barê rewşa Lîbyayê û destwerdana dewleta Tirk de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Bi rasthatina şerê nû yê li başûr û rojhilatê Mistratayê, der berê rewşa Terablusê û hundirê wê de dewleta Tirk ji berê zêdetir destwerdana Lîbyayê kir, li gel vê yekê dema keştiyên wê yên şer nêzî perava rojavayê welat dibûn, 2 moşek avêtin herêmên Ecîlat û Sebrata yên ku şênî tê de tune ne. Li aliyekî din çavdêran bersiv da ku rejîma Erdogan hewldana astengkirina derbasbûna artêşa nîştimanî ji bajarê Ziwara dike, her wiha hedef dike ku serweriya dergeha Ras Cedîr ê bi ser sînroê Tunisê bike ku 120 km dikeve rojavayê Terablusê."

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê general Ehmed Mismarî anî ziman ku keştiya Tirkiyê bi moşekan bajarê Icîlat ê rojavayê Terablusê topbaran kir û windahî tune ne. Ehmed Mismarî destnîşan kir ku destwerdana hêzên deryayî yên dewleta Tirk berdewam e, berî niha jî keştiyên şer ên dewleta Tirk hevkarên keştiyên ku cebilxane, çek, terorîst û çeteyên Sûriyê vediguhastin, bûn.

Çavkaniyekî leşkerî ji rojnameya El-Beyan re piştrast kir ku keştiya Tirkiyê 10 km nêzî perava Ziwarê bûye anku li rojavayê kembera perava Lîbyayê ye û şênî bûn şahidên avêtina moşekan ber bi herêmên hundirîn ve.

Ehmed Mismarî îşaret pê kir ku armanca vê yekê ew e ku piştî artêşê bajarê Ziwarê ji aliyên rojava, rojhilat û başûr ve dorpêç kir, wê ji derbasbûna nava bajêr hişyar bike, ji ber hikumeta Fayîz El-Serac û milîsên çekdar xwedan stratejî ye û heke Ziwara serwer bike nîşana girtina rêya dawîn a bejahiya desthilata Terablusê bi ser dewletên cîran ve diçe, dide.

ŞERQ EL-EWSAT: 4 ENIYÊN NAVNETEWEYÎ NÎŞANA BIDAWÎKIRINA ALOZIYA YEMENÊ DIDIN

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Berovajî eniyên şer ên ku gur dibin û ji destpêka derbeya Hûsiyan ji hikumeta Yemenê ya ji Îlona 2019`an ve kêm dibe, nûnerê neteweyî yê Yemenê Martin Griffiths 4 eniyên navneteweyî vekirin û bi vê yekê dixwaze deriyê dawîn ê kabûsa derbekirina Îranê piştgiriya wê dike, binivîsîne, li gel vê yekê da ku xewna yemeniyan têk bibe. Her wiha  gelên Yemenê cara yekemîn ku di dîroka xwe de beşdarî nava diyalogên neteweyî dibin, da ku bigihêjin dewleta xwe û teşeyê wê, her wiha pirsgirêkên xwe nîqaş bikin."

Eniyên navneteweyî jî ev in; li seranserî welat agirbest were ragihandin, da ku azara yemeniyan sivik bibe, ya duyemîn divê tedbîrên mirovî û aborî werin girtin, eniya sêyemîn jî ew e ku dest bi proseyeke siyasî û lezgîn bikin û  eniya çaremîn jî xurtkirina xebatên hevbeş ên li dijî Koronavîrusê ku êdî li seranserê cîhanê berbelav e.

Martin Griffiths hêvî kir ku di zûtirîn demê de şêwir bi dawî bibin, da ku xwestekên yemeniyan bi cih werin. Nivîsgeha Griffiths bi daxuyaniyekê bal kişand ser rêzecivînên dualî yên bi aliyan re, da ku rojane gavên diyar nîqaş bikin û bi rêya înternetê civînekê di navbera aliyan de çêkin.

(fr-eh)