Hêzên dagirker li Til Temirê sivîlek birîndar kir

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê de sivîlek birîndar bû.

Hêzên dagirker li Til Temirê sivîlek birîndar kir
Hêzên dagirker li Til Temirê sivîlek birîndar kir
Hêzên dagirker li Til Temirê sivîlek birîndar kir
2 nîsan, 2020   14:38
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di saetên nîvro de gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê dan ber topan. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Xalid Mihemed Îbrahîm (27) birîndar bû, Xalid rakirine Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê. Li gorî xebatakarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê birîna Xalid ne giran e.

Dayika Xalid, Fatima Ziyab ji ANHA‘yê re got: "Saet derdora 12‘an de artêşa Tirk a dagirker gundê me Um El-Kêf topbaran kir. Parçeyên topan li lingê kurê min ket, me yekser ew anî nexweşxaneyê."

Fatima diyar kir ku "Artêşa Tirk a dagirker hema bêje rojane gundê me topbaran dike, malên sivîlan dike. Em nizanin çi ji me dixwaze."

Her wiha di topbarana li ser gundê Um El-Kêf de xeta avê ya ku ji stasyona Elokê diçe Til Temir û Hesekê bû hedef, di encamê de xet ji xizmetê derket.

Tevî bangewaziyên NY‘yê rawestandina çalakiyên leşkerî li dijî vîrusa Koronayê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gund, navçeyên Serêkaniyê, Til Temirê û herêma Efrînê topbaran dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/57DptEORnfg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>