Koronavîrus li Çînê kêm dibe, li Îtalyayê jî zêde dibe

Tevî kêmbûna nexweşên Koronavîrusê jî, li Ewropa û Afrîkayê bi awayekî zêde belav dibe. Di aliyê navdewletî de xebatên mezin têne kirin ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bê girtin.

Koronavîrus li Çînê kêm dibe, li Îtalyayê jî zêde dibe
25 adar, 2020   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Herî dawî li tevahî cîhanê 423 hezar û 681 kes bi vîrusê ketine, 18 hezar û 922 kes pê mirin û 109 hezar û 172 kesî jî ji vîrusê baş bûne.

Li gorî Komîteya Nîştimanî ya Tenduristiyê ya Çînê ku roja çarşemê hejmara kesên bi vîrusê ketine kêm bû û hemû jî kesên ku ji derveyî welat hatibûn.

Li Zelandaya Nû 50 kes bi vîrusê ketine. Li Îsraîlê 5 kes pê mirine, bi giştî nexweş 20 hezar û 30 kes in.

Wezareta Tenduristiyê ya Umanê diyar kir ku 15 kesên din bi vîrusê ketine.

Li Almanyayê hejmara kesên bi vîrusê ketine, bilind bû û bû 31 hezar û 554 kes û 149 kes jî pê mirine.

Li Afrîkaya Başûr hejmara nexweşan jî 700’î derbas kir.

Li Îtalyayê roja sêşemê hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin, bilind bû û bû 743 kes. Ev yek piştî du rojan ku hejmara miriyan kêm bûbû, çêbû.

Li Tirkiyê hejmara miriyên bi vîrusê zêde bû û gihîşt 44’an. Her wiha 343 kesên din bi vîrusê ketin û hejmara wan bû hezar û 872.

Li Koreya Başûr hate ragihandin ku 100 kesên din bi vîrusê ketine.

Li Newyorkê ya Amerîkayê jî li gorî agahiyan hejmara nexweşan gihîştiye 14 hezar û 776 kesan û hejmara miriyan 131 kes e.

(bx)