Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kir.

Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir
13 adar, 2020   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê serlêdana Serdozgeriya Komariya Bûrsayê kir.

Ji malbatên gitiyên din yê li Îmraliyê birayê Omer Xeyrî Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Weysî Aktaş Melîhe Çetîn jî dîsan bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serdana dozger kir.