Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin

Bin duruşmeya “Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de” ciwanên kurd yên rojava civînek li zanîngeha rojava li Bajarê Qamişlo darxistin.

Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî de komcivîna xwe lidarxistin
13 adar, 2020   14:29
QAMIŞLO

Yekemîn komcivîna ji bo Yekitiya navnetewî Li ser asta bakûr Rojhilatê suriyê ji aliyê ciwanên kurd piştî daxwîyaniya general mezlum ebdî li rojavacivînek het lider xistin.

Civîn bi amadebuna 150 delegeyan di navde bi dehan partî amade bû. Her wiha partiyên amadebuyîn wihane partiya PYD, Partiya Komeleya nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Tevgera ciwanên Kurd yên suriyê, partiya Aştiya Demokratîk [P.D.D.K],  Partiya Kesk a Kurdistanê,Partiya çep a Kurd, Partiya Hevgirtina Kurdistanê, Partiya Demokratîk a kurd suriye, Partiya Yekitiya Nîştîmanî Azad, Partiya Demokratîk a Kurdistan-surî, Partiya ciwanên Pêşerojê, Weqfa Çepên Kurd, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Ciwana a Avakirin û Veguhertinê, Tevgera avakirin û Veguhertinê û Tevgera Nûjen a Kurdistanê wihane.

Her wiha endama Rêveber a KNK`ê DR. Ebîr Hsaf axivî û wiha got: Xurtirîn hêz hêza ciwanane, û armanc, armanca yekîtiyêye û pîrîstirîn hest hestê azadiyêye dema kû ev her sê nirxên pir buha di deverekê de kom dibin  tê wê wateyê kû di hundirê mede hêviyek tê vejîn kirin.

Ew xewna bav û kalên me ya kû ji bo yekrêziya kurdî bi yekrêziya xaka Kurdstanê wê pêk bê.

Dengê DR. Nûrî Dêrsimî kû di derbarê ciwanande hat guhdarkirin.

Dîwana kû ji 3`ê kesan pêk hatî de ji encumena ciwanên kurdî Mihemed Ehmê, Adil Feraşîn û Rojîn Mihemed pêk hat.

Civîn li ser van 3 xalan hatin nîqaşkirin Girîngiya yekrêziya Kurdî, Astengiyên wê çine û çareserî çine hatin nîqaşkirin.

Însiyatîfa gelê Kurd hat pîroskirin. Di Rojhilata Navînde hertim pirsgirêk tên jiyan kirin, di nav van pirsgirêkan de pirsgirêka doza Kurdane. Ji xwe heta niha ji, ji bo wan pirsgirêkan ji çareserî nehatiye dîtin ew ji dikeve xizmeta hegomanî.

Li Kurdistanê û D ewletên ku Kurd li wir jiyan dikin hêzên wan Dewletan ji bo tunekirina Kurdan her cure qirkirinê didin meşandin.

Ji bo wê ji em wek ciwan divê em dîrokê bixwînin û me ji bo doza xwe çikiriye û heta kîjan astê bandora hêzên derve û hundir li ser yekitiya me heye.

Di dawiyêde ji ciwanan banga yekitiyê kirin.