Mijarên rojnameyên erebî – 5 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de, bi taybet rewşa Idlibê û hevdîtina Pûtîn-Erdogan de nivîsîn, her wiha geşedanên li Lîbyayê û lihevhatina Amerîka û tevgera Talîbanê jî di rojeva rojnameyên erebî  de bû.

Mijarên rojnameyên erebî – 5 Adar
5 adar, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: BERIYA HEVDÎTINA PÛTÎN-ERDOGAN LI IDLIBÊ HER DU ALÎ ŞER GIRAN DIKIN

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê de nivîsî.

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê mijarê de wiha nivîsî: “Duh êrişên asmanî yên balafirên Rûsyayê û dronên Tirkiyê li ser gundewarên Idlibê zêde bûn, beriya lûtkeya ku tê payîn îro di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de li Moskovê pêk bê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihand ku dron û topên Tirkiyê herêmên hêzên rejîmê li bajarê Seraqibê yê li rojhilatê Idlibê bombebaran kirin. Her wiha diyar kir ku di heman demê de balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên Seraqib û Sermînê bombebaran kirin. Çavkaniyên opozîsyonê diyar kir ku Îranê hejmara milîsên xwe li gundewarên Idlibê zêde kir. Erdogan jî got hêvî dike ku di encama hevdîtina wî bi Pûtîn re agirbest li Sûriyê bê ragihandin. Kremlînê jî ragihand ku serokê Rûsyayê bi hêvî ye ku hempîşeyê wî yê Tirkiyê hin “rêzekiryarên pêwîst ên hevbeş” der barê Idlibê erê bike. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Tirkiye tawanbar kir ku “lihevhatina Soçiyê binpê kiriye.”

Li aliyekî din hêzên Tirkiyê baregehên hêzên rejîmê li herêmên rojhilatê Firatê bombebaran kirin, ev cara yekemîn e ku êrîşeke wiha pêk tê, piştî ku li wir lihevhatinên Rûsya-Amarîka- Tirkiyê pêk hatin.”

EL-BEYAN: AGIRÊ ARTÊŞA LÎBYAYÊ HIŞT KU FERMANDARÊN TIRKIYÊ BIREVIN

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: “Navenda Ragihandinê ya girêdayî serfermandariya hêzên çekdar ên Lîbyayê duh ragihand ku çend fermandarên artêşa Tirkiyê ber bi bajarê Misratayê be birevin, piştî ku hêzên Lîbyayê baregeha Miêtîqayê bombebaran kir.

Her wiha diyar kir ku di encama şopandina liv û tevgera di hundirê baregaha Miêtîqa de diyar bû ku hin fermandarên Tirk reviyane.

Rêveberiya balafirgeha sivîl ya di hundirê baregeha leşkerî de hate valakirin û siwarên şîrketa Buraq ji balafirê hatin peyakirin.

Hêzên çekdar ên Lîbyayê sê caran baregehên Tirkiyê yên li baregeha Miêtîqayê bombebaran kirin û ew baregeh wek baregeheke dagirkirî bi nav kir, her wiha diyar kir ku wan moşekên ku fermandarên Tirkiyê li wir bi cih kiribûn, rûxandin.

EL-EREB: TRUMP HEWL DIDE HEVALBENDÊN XWE YÊN EFGAN RAZÎ BIKE Û HÊZÊN AMERÎKAYÊ VEKIŞÎNE

Der barê geşedanên li Efganistanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi lîderê Talîbanê Mela Birader re axivî, li gorî agahiyê ku tevgera tundraw roja sêşemê dane. Jixwe beriya wê bi çend rojan Washingtonê peymaneke dîrokî bi tevgerê re îmze kir.

Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re got: “Bi rastî min bi lîderê Talîbanê re axaftineke telefonê ya baş kir.” bêyî ku navê Birader bîne ziman, ji ew lîderê baskê siyasî yê tevgerê ye û peymana dîrokî ji aliyê wî ve hate birêvebirin.

Berdevkê Talîbanê Zebîhulla Mucahid li ser Twitterê wiha nivîsî: “Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi berpirsê siyasî yê Îmareta Îslamê yê birêz Mela Birader Axond re axivî.”

Çavdêr dibêjin ku Trump dixwaze hevalbendê xwe yê efganî (hikûmeta Kabûlê) razî bike û hin sozan ji tevgera tundraw jî bistîne da ku hêzên Amerîkayê ji Efganistanê vekişîne.