Mirî El-Şiblî: Helwesta Amerîkayê ji bo Idlibê wekî cezakirina Tirkiyê ye

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Mirî El-Şiblî diyar kir ku helwesta Amerîkayê ya ji bo pêşketinên li Idlibê wekî "cezakirina Tirkiyê ji ber nêzîkbûna wê ji Rûsyayê re" ye.

Mirî El-Şiblî: Helwesta Amerîkayê ji bo Idlibê wekî cezakirina Tirkiyê ye
5 adar, 2020   05:51
HELEB- MIHEMED EBDO- ARIF SILÊMAN

Li ser rûdanên li Idlibê ku veguherîne şerê rasterast di navbera hêzên rejîmê û artêşa Tirk a dagirker de, ANHA’yê hevpeyvînek bi endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şiblî re çêkir.

El-Şiblî wiha dest bi axaftina xwe kir: "Mixabin qada Sûriyê bûye cihê şerên navdewletî û herêmî ji bo tasfiyekirina hesaban. Helbet, tiştê ku li Idlibê rû dide, sînorên cografîk ên Sûriyeyê derbas dike."

Der barê pêşketinên lezgîn ên siyasî û leşkerî li Idlibê, El-Şiblî got: "Berjewendiyên Tirkiyê di vekirina rêyên M4 û M5 de hene. Hemû alî û bi taybet Rûsya û rejîma Sûriyê ketine pêşbirkekê beriya pêkanîna qanûna Sezer a Amerîkayê di nîvê meha bê de, da ku xwe dûrî cezayan û bikaranîna çekên asîmanî bi qasî ku dikarin, bikin. Her wiha da ku herêmên din li Idlibê bi dest bixin, beriya ku li gorî yek ji bendên qanûna navborî, qedexeya firîna balafiran li asîmanê herêmê bê ragihandin."

LI IDLIBÊ HESABÊN BAZIRGANIYÊ

Endamê MSD`ê wiha axaftina xwe domand: "Ger em bipirsin, vekirina rêya navdewletî çima ji berjewendiyên Tirkiyê ye? Em dikarin bibêjin ku ev rêyên navneteweyî ji bo veguhastina kel û pelên Tirkiyê ji Kendavê re û bi taybet ji Qeterê re, rêyê kurt dike. Tirkiye bi vî awayî jî gelek qezencan bi dest dixe."

El-Şiblî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em her tim dibêjin; siyaseta Tirkiyê nakokiyan bi kar tîne û li ser werîsan dilîze. Mînak dema ku dewleta Tirk li ber çavên civaka navneteweyî Efrîn dagir kir, li hemberî vekişîna çeteyên xwe ji Xûta û Şamê. Her wiha Tirkiye qebûl kir ku li ser wergirtina sîstema parastina asîmanî S-400’an a Rûsyayê kar bike ku bi armanca vekişandina wê ji NATO`yê dane Tirkiyê û ji bo xurtkirina hebûna Rûsyayê li herêmê."

DESTWERDANA DEWLETA TIRK DI KAR Û BARÊN DEWLETÊN CÎRAN DE

Der barê destwerdanên Tirkiye di kar û barên dewletên cîran de, Mirî El-Şiblî ev tişt anî ziman: "Hincetên ku Erdogan bi kar tîne, ji rastiyê dûr in. Yek ji wan hincetan ku Lîbya di bin serweriya dewleta Osmaniyan de bû û qebîleyên esil Tirk li Lîbyayê hebûn. Lê belê armanca rastî ya destwerdana dewleta Tirk ji bo diziyê û talankirina xêr û bêrên Lîbyayê yên wekî gazê û berhemên binerd e. Dewleta Tirk beriya niha jî dema ku erdên Qibrisê di sala 1970`î de dagir kir, bi hinceta hebûna Tirkan li wir, dagirkeriya xwe rewa kir. Tevî ku hejmara Tirkan li wê derê ji hejmara şêniyên xelkê, ji sedî 15 derbas nedikir."

El-Şiblî wiha pê de çû: "Destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de bi hinceta ewlekariya neteweyî, berdewamkirina projeyên dagirkeriyê ye ku diziya xêr û bêrên gelan di bin hincetên cuda de, armanc dike. Her wiha ji bo serkeftina van projeyan, piştgiriya radîkalên di nava komên Îxwan Muslimîn dikin. Ev bûyer di demên dawîn de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de zêde bûn. Bombebarana ku bi awayekî yekser leşkerên Tirkiyê kirin hedef, ragihand ku şîrînmeha (meha piştî zewacê) di navbera her du aliyan de bi dawî bû."

'PÊWÎSTIYA REJÎMÊ BI ÎRANÊ HEYE'

Girêdayî rola Îranê li herêmê El-Şiblî wiha axivî: "Em nikarin rewşa Îranê li herêmê ji bîr bikin ku piştî civîna Îsraîl-Amerîka-Rûsyayê, rastî redkirina hemû aliyan tê. Lê belê pêwîstiya rejîma Sûriyê ya endamên li ser erdê, derfet da hebûna Îranê li Sûriyê. Armanca Îranê ji destwerdana Sûriyê, temamkirina projeya Kevana Şiî û gihandina Deryaya Spî ye."

Li ser helwesta Amerîkayê ji pêşketinên dawîn, El-Şilbî wiha got: "Ji bo helwesta Amerîkayê, niha çavdêriyê dike. Piştî derketina dewleta Tirk ji bin fermanên Amerîkayê û kirîna moşekên Rûsyayê û bêyî wergiritna destûrê dest bi destwerdana Sûriyê kir, hişt ku Amerîka dewleta Tirk bixe rewşa kesê ku rizgariyê dixwaze, da ku bi bîra Tirkiyê bixe ku nikare bi tenê dewam bike. Stratejiya Amerîkayê dema ku hikumeta AKP`ê  alîkariya Amerîkayê û NATO`yê xwest, encam girt. Ev yek wekî cezakirina Tirkiyê bû. Lê belê dê Amerîka dev ji Tirkiyê bernede da ku bi her awayî li hemberî belavbûna Îranê li herêmê, bisekine."

'SERWERIYA REJÎMÊ LI IDLIBÊ DÊ DESTPÊKA BIDAWÎBÛNA DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK BE'

Der barê encamên serweriya rejîmê li ser Idlibê de Mirî El-Şiblî wiha got: "Ger Idlib bikeve, dê tu rola Tirkiyê li Sûriyê û li herêmên bi navên Şaxê Zeytûnê û Mertalê Firatê, nemîne. Her wiha dê dewamkirina destwerdanên Tirkiyê di kar û barên hundirîn ên welêt de bi dawî bibe. Ji ber vê yekê destpêkê divê Tirkiye ji herêmên Sûriyê bê derxistin."

El-Şiblî wiha lê zêde kir: "Lê belê ji bo qebûlkirina Rûsya û rejîma Sûriyê ji biryara Cinêvê ya 2254’an, em ê zehmetiyan bibînin. Her wiha dê rola opozîsyona girêdayî Enqereyê nemîne û dê bangewazî ji opozîsyona rastî ku ne girêdayî tu ajandeyên derve ye, bê kirin."

Mirî El-Şiblî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Ger alî bixwazin aloziya Sûriyê bi dawî bikin û ji berjewendiyên Amerîkayê ye ku kaxiza Idlibê hebe. Divê şandeyek ji nûnerên rastîn ên gel ên opozîsyonê, ez bi taybetî îşaretê bi MSD`ê û kesên ji opozîsyonê yên nexwefiroş, da ku em beşdarî civîna Qahîreyê bibin û em refên opozîsyona Sûriyê bikin yek. Ji bo berjewendiya welêt divê em beşdarî Cinêvê bibin û li ser reşnivîsa destûrê li gorî biryara Cinêvê ya 2254’an kar bikin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vj1Izb4-d5U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>