ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 -03-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 -03-2020
3 adar, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca ku agahî li ser  rewşa tenuristî ya Rêber Abdullah Ocalan bê girtin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniya bi navê Mufîde Fewzî Hesen (48) ku ji komkujiya gundê Aqîbê ji bin enkazan xilas bû, behsa detayên komkujiya gundê Aqîbe kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî got: "Şewlata li Îmraliyê nameyek gefê ji Enqere ji bo tevgera kurdî ye. Di wê mesajê de tevgera Kurd hişyar dike ku li rex muxalifên Erdogan nesekinin. Divê gelê Kurd, tevgerên siyasyî yên kurdî ji siyasetên qirêj ên dewleta Tirk hişyar bin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cibrîl Ibêdî got: “Rêber Abdullah Ocalan têkoşerek neteweyî ye. Ne rikeberek li dijî Tirkiyê ye. Dadgehkirina wî bi xwe sûcek e. Dadgehkirina Ocalan dişibe dadgehkirina Umer El-Mixtar ê ku bi qanûna mitîngeran hate dadgerkirin.” (BI WÊNE).

JIN

-Çalakiyên 8‘ê Adarê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Mezpotamiya ya Çand û Hunerê bi boneya vekirina rêveberiya giştî ya tevgerê şahiyekê li parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dirêjahiya sê serdemên li du hev de Koma Kevneşop a dîlana gelêrî hewl da çand û reseniyê biparêze. Endamên komê teqez dikin ku ew hunera xwe berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêborînên serokê hikûmeta erekedarkirî Mihemed Tewfîq Elawî aloziya siyasî ya Iraqê kûrtir kir. Gelê pirsgirêka rasteqîn a Iraqê çi ye? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Girê Spî kir, bi hezaran zarok ji kantonê koçber bûn. Qaşo rêxistinên mafê mirovan ên îdea dikin ku mafê mirovan diparêzin, li hemberî hemû binpêkirinên dagirkeran bêdeng ma. Niha jî çaranûsa 30 hezar xwendekarên kantona Girê Spî ya dagirkirî ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Kantona Qamişlo dest bi jinûve sazkirina komîn û meclisên kantonê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA