Nivîskarê Lîbyayî: Ocalan û Umer Mixtar bi qanûna mitîngeran hatin dadgehkirin

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Lîbyayî Dr. Cibrîl Ibêdî got: “Rêber Abdullah Ocalan ne rikeberek li dijî Tirkiyê ye. Dadgehkirina wî bi xwe sûcek e. Dadgehkirina Ocalan dişibe dadgehkirina Umer El-Mixtar ê ku bi qanûna mitîngeran hate dadgerkirin.”

Nivîskarê Lîbyayî: Ocalan û Umer Mixtar bi qanûna mitîngeran hatin dadgehkirin
3 adar, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛ

Wezîrê Karê Hûndir yê Tirkiyê di 27’ê Sibatê de ragihandin ku agir bi girava Îmralî ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye, ketiye.

Girêdayî vê mijarê nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Libayayê Dr. Cibrîl Ibêdî got: "Têkoşer Abdullah Ocalan wek sembolek têkoşîna neteweyî Kurdî tê hesibandin. Birêz Ocalan li Tirkiyê di 28`ê Nîsana 1999`an de bi tewana xiyaneta mezin ji Tirkiyê re li gorî madeya 125 a qanûnên Tirkiyê hate dadgehkirin. Di 29`ê Hezîrana 1999`an de bi cezayê darvekirinê hate cezakirin. Rastî ew e ku birêz Ocalan li gorî têgeha neteweyî ne Tirk e. Banga rizgarkirina axa pêşiyan ji mitîngeriya Tirk dike. Ev mitîngerê ku hewl dide mafê gelê Kurd mîna neteweyên din biçewsîne."

Ibêdî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Komploya dewleta Tirk a li dijî Kurdan ne îro destpêkiriye. Di dirêjiya dîrokê de hertim sûc û qirkirin li ser gelê Kurd dane meşandin. Dagirkeriya Tirk ew li çiya û geliyan berbelav kirin. Di heman demê de Tirkiyê bermehiyên gelên din ji terorîstên DAIŞ, El - Qaîde û Ixwanan hemêz kirin. Ji ber ku ew ne girêdayî welatekî ne û koka wan jî tune ye."

Ibêdî di nav gotinên xwe de got: "Ocalan li gorî qanûneke ne girêdayî rewaş wî hate dadgehkirin. Ev jî bi xwe sûcek e. Ocalan têkoşerek neteweyî ye û rikberiyê li dijî Tirkiyê nake. Bûyera li dijî Ocalan çêbûye, li dijî Umer El-Mixtar jî çêbû. Umer El-Mixtar bi qanûna mitîngeriyê hate dadgehkirin."

Di dawiyê de Ibêdî banga lidarxistina çalakiyan kir ji bo ku civaka navneteweyî zextê li Tirkiyê bikin.

(şx)

ANHA