Li Reqa û Tebqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk çalakî

Xelkên Tebqa û Reqayê siysetên dewleta Tirk ên li djiî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang kirin ku divê bi lez hevdîtin bi Ocalan re werin kirin û agahî der barê rewşa tenduristiyê de werin girin.

Li Reqa û Tebqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk çalakî
Li Reqa û Tebqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk çalakî
Li Reqa û Tebqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk çalakî
Li Reqa û Tebqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk çalakî
Li Reqa û Tebqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk çalakî
Li Reqa û Tebqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk çalakî
2 adar, 2020   16:38
TEBQA

Şêniyên herêma Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û bi armana ku rewşa tenduristî ya Ocalan were eşkerekirin berî sê  rojan konê çalakiyan li qada navenda çand û huernê vegirt.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê, di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Bi navê şêniyên Tebqayê endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Meryem Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi berdewama dijminahiya xwe ya li hemberî gelên herêmê vîna û îsrara gelên herêmê ya ji bo pêkanîna armancên xwe yên di azadî û demokrasiyê de zêde dike.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bike da ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.

REQA

Şêniyên herêma Reqayê bi heman armancê konê li taxa Ekrad vegirt.

Şande ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ciwan, meclisên Rêveber û Qanûsaz ê girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên meclis û malên gel, li gel bi sedan şêniyan serdana konê kirin.

Di bin kon de endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Mihemed El-Meter axivî û anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan di rêxistinkirina civakan de bûye bingehe. Mihemed El-Meter destnîşan kir ku Tirkiyê di şerê xwe yê li dijî projeya netewa demokratîk de bi bin ket.

Endama Desteya Serokatî ya Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Îlaf Xelîl jî axivî. Îlaf diyar kir ku armanca dewleta Tirk  a dagirker belavbûna terorê ye, Tirkiyê destek da DAIŞ û Cebhet El-Nusra a ku beşên ji xaka Sûriyê li pêşiya çavê cîhanê dagir kirin. Îlaf anî ziman ku QSD‘ê ya herêm rizgar kirin xeta Rêber Abdullah Ocalan esas girtiye.

Bi navê şêniyên Reqayê Hevseoka Mala Gel a Reqayê Meryem El-Hesûn bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kir ku bi lez rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bke û bihêle malbat û parêzer serdana wî bike.

Dîwana Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê têkildarî şewata li girava Îmraliyê daxuyaniyek hevpar dan.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Edaleta Civakê ya herdu herêman, parêzer û dadwer li ber avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê hate xwendin.

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî Îlham Hafiz daxuyanî xwend û got: "Bi navê hemû karmenêdn di warê Edaleta Civakî ya Reqayê û gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin em dewleta Tirk û çete û terorîstên wî ji ber binpêkirinên wan ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin."

Îlham anî ziman ku Tirkiyê şerê netewa demokratîk û biratiya gelan li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê dike, kesên li ser vê projeyê dixebite û kesên xwedî li vê projeyê derketine dike hedef, ji ber ku ev proje rizgarkirina gelan armanc dike.

Îlham destnîşan kir "Kiryarên sûcdar ên dewleta Tirk ji guhertina demografiya herêmên ku nû dagir kirine, pêkanîna sûcên hovane li dijî niştecihên herêmê û bikaranîna çekên qedexekirî gihişt ku li girava Îmraliyê ya ku rêbertî tê de girtî ye şewatê derbixîne."

Îlham bang Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Giştî  ya Neteweyên Yekbûyî û komîteyên mafên mirovan kir ku derbarê sûcên dewleta Tirk de helwesteke zelal bide, sûcan bi lez rawestînin û sûcdaran li gorî qanûnên navdewletî muhasebe bike û rewa rêbertî eşkere bike.

ANHA