Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê biserkevin ji ber ku Ocalan ji me re rêya azadiyê xêz kir

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku ew ê biser kevin ji ber ku Ocalan ji wan re rêya azadî  û demokratîk xêz kir. Her wiha teqez kirin ku tevahiya komplo û planên Tirkiyê têk çûn.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê biserkevin ji ber ku Ocalan ji me re rêya azadiyê xêz kir
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê biserkevin ji ber ku Ocalan ji me re rêya azadiyê xêz kir
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê biserkevin ji ber ku Ocalan ji me re rêya azadiyê xêz kir
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê biserkevin ji ber ku Ocalan ji me re rêya azadiyê xêz kir
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê biserkevin ji ber ku Ocalan ji me re rêya azadiyê xêz kir
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê biserkevin ji ber ku Ocalan ji me re rêya azadiyê xêz kir
2 adar, 2020   16:45
HELEB

Bi sedan şêniyên beşa Rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê meşiyan û banga eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kirin piştî şewata li girava Îmraliyê rû daye.

Şênî li ber qada geraca Efrîn a taxê kom bûn û wêneyên Rêber Ocalan, pankartên bi nivîsên “Rêberê me jiyana me” û “Bi vîn û berxwedanê em komploya li dijî Serok Apo bi bin bixin” hildan.

Meş ji ber geracê destpê kir û li ber çarxerêya Serok Apo bidawî bû. Şêniyan sloganên `Bê Serokê jiyan nabe` berz kirin.

Meş li ber çarxerêya Serok Apo rawestî û veguherî mitîngê. Piştre endamê Meclisa Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Mirî Şiblî axivî û behsa binpêkirinên dewleta Tirk li dijî Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de kir û got: "Çendîn dewleta Tirk bike lê em şopdarên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in. Ji ber ku Rêber Ocalan ji me re rêya azadî û demokratîk xêz kir. Bi rêya fikr û felsefeya wî em ê biser kevin û em ê tevahiya planên Tirkiyê têk bibin."

Şiblî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan biratiya geln afirand û got: "Kî dixwaze ji zulm û koletiyê rizagr bibe bila biçe û pirtûkên Rêber Ocalan bixwîne."

Endama Meclisa Şehîd Şîlan a beşa Rojhilatê taxa Şêxmeqsûd Gulistan Şêxo bang li rêxistinên mirovî kir ku rewşa Ocalan eşkere bikin û tecrîdê bidawî bikin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk bidawî bû.

(şx)

ANHA