Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê rezecivîn

Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzecivîn hatin lidarxistin.

Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê rezecivîn
Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê rezecivîn
Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê rezecivîn
Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê rezecivîn
Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê rezecivîn
Li Heleb û Şehbayê bi boneya 8‘ê Adarê rezecivîn
2 adar, 2020   15:13
HELEB- ŞEHBA

Li Heleb û Şehbayê di çarçoveya çalakiyaên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Kongreya Star û Yekitiya Jinan rêzecivîn li dar xistin.

HELEB

Kongreya Star a bajarê Helebê bi beşdarbûna bi dehan jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen 3 civîn li dar xistin.

Di civînên li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê hatin lidarxistin de endama rêveber a Kongreya Star Sîham Bîlal axivî. Sîham 8‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: "8‘ê Adarê roja bîranîna jinên têkoşer e ên ku ji bo başkirina rewşa jinan pêşengtiya çalakiyan kirin."

Sîham diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêya jinan a ber bi azadiyê ve ronî kir û wiha domand: "Di Şoreşa Rojava de jinan bi îrade û fikrê xwe xwe îsbat kirin, delîlê vê yekê YPJ‘ê ye ya ku serkeftinên mezin li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bidest xistin."

Di civîna li beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê de endama rêveber a Kongreya Star Hêlîn Yekta axivî. Hêlîn 8‘ê Adarê li hemû jinan û cangoriyên azadiyê pîroz kir û bal kişand ser rola pêşeng a jinan di şoreşa Rojava de û got, jinan di her qadan de rola xwe vegerandin û serkeftinên mezin qezenc kirin.

ŞEHBA

Bi heman armancê Yekitiya Jinên Azad li gundên Wehşiya, Xirnata, Hesacek ên girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê civîn li dar xistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Komîteya Edaleta Civakî ya Şehbayê Emel Îsmaîl axivî kişad ser girîngiya 8‘ê Adarê û rola jinan di civakî de û got: "Jinan cihê xwe di her qadan de vegerandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bûne leşker û siyasetmedar."

Emel anî ziman ku berxwedana jinên Sûriyê ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak û bang li jinan kir ku beşdarî çalakiyên 8‘ê Adarê bibin.

ANHA