Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin

Di çalakiya protestoyî ya li bajarê Qamişlo ya bi armanca ku agahî ji Rêber Abdullah Ocalan were girtin de hate gotin ku civaka navdewletî bi bêdengiya xwe ya li hemberî kiryarên hikûmeta Tirk hevkarê siyasetên wê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan in.

Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
Çalakgeran banga bilindkirina têkoşînê ta eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
2 adar, 2020   15:44
QAMIŞLO

Çalakiya protestoyî ya xelkê Qamişlo ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî di roja 5‘an de didome. Çalakî bi armanca şîrovekirina sedema şewata li girava Îmraliyê derketî ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye û eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan hatiye lidarxistin.

Şêniyên navçeya Til Koçerê çalakî dewr girtin. Konê çalakiyê bi pankartên "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftî ye" û "Ji Ocalan re azadî" hatiye xemilandin.

Çalakgeran ku elekên spî bi wêneya Rêber Abdullah Ocalan li xwe kiribûn, dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kirin.

Di bin konê çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çil Axa Hisên Îsa bi navê şêniyên herêmê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û got: "Em li vir kom bûne ji bo komploya ku dewleta Tirk li dijî rêbertî ferz kiriye û şewata li girava Îmraliyê şermezar bikin."

Îsa anî ziman ku komploya yekem bi şehadeta têkoşer Heqî Qerar di sala 1977‘an de destpê û bi girtina Rêber Abdullah Ocalan di sala 1999‘an de berdewam kir û wiha domand: "Nîşaneyên komployên nû hena, ya dawî şewata li girava Îmraliyê hate derxistin a ku Rêber Ocalan tê girtî ye."

Îsa destnîşan kir ku dê çalakî û meş berdewam bin heta rewşa tenduristî ya Ocalan were eşkerekirin.

Di çalakiyê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Newaf Xedan banga serhildanê li hemû gelên herêmê kir û got:"Desthilatdariya Tirk bi rêya tecrîdkirina rêbertî siysasetên xwe yên dermirovî li dijî gelê herêmê didomîne."

Newaf Xedan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk ji ewlehiya Ocalan berpirsyar e û bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyartî tevbigire û fişarê li Tirkiyê bike da ku rewşa tenduristî ya Ocalan eşkere bike. Xedan got: "Heger civaka navdewletî erkê xwe yê mirovî û hiqûqî bi cih neanî ev nîşan dide ku di komploya nû ya li dijî gelên herêmê de hevkar e."

Çalakî berdewam e.

ANHA