Bîlançoya meha Sibatê ya êrişên li ser herêma Efrînê

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê 41 êriş li dijî navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û herêma Şehbayê pêk anîn. Di encamê de 6 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Bîlançoya meha Sibatê ya êrişên li ser herêma Efrînê
2 adar, 2020   14:48
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di demên dawî de êrişên xwe yên li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û herêma Şehbayê zêde kirin.

Zêdetir gundên Malikiyê, Elqemiyê, Merenaz û Şewarxa yên navçeya Şerayê û gundên Aqîbê, Soxanekê û Bînê yên navçeya Şêrawayê hatin êrişkirin. Her wiha gundên Herbel, Um El-Hoş û herêma Tepê Derdarê yên Şehbayê hatin topbarankirin.

Li gel topbaranê balafirên keşfê jî bênver li ser herêmên digeriyan.

Di dîroka 3‘yê Sibata 2020‘an de di encama topbarana li ser gundê Aqîbê de xityarê bi navê Menle Elî şehîd bû û gelek mal jî xerab bûn.

Di dîroka 15‘ê Sibata 2020`an gundê Başemirê hate topbarankirin, di encamê de jina bi navê Sêvîn Nibû Qesab û keça wê ya bi navê Hemîda Salih Hilal (8), kesekî din ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

Di dîroka 23‘ê Sibatê de gundê Bêne, Aqîbê, Soxanekê û Kulitê hatin topbarankirin, di vê topbaranê de dayikekê jiyan xwe ji dest daye û gelek zerarê madî gihiştin malên gundiyan gundê Aqîbê û Bênê.

Di dîroka 24‘ê Sibatê de gundên Kilûte, Birc El-Qas û Gundê Mezin yên navçeya Şêrewa  bi dijwarî hatin topbarankirin. Di vê topbaranê de jina bi navê Amûn Mensûr Amir (40) jiyana xwe ji dest da Xelîl Bekrî Ehmed (35) birîndar bû.

Di dîroka 25‘ê Sibatê de di êrişa ser gundên Aqîbê, Soxanekê û Bêne de 4 kes birîndar bûn. Dê û bav û keçeke wan di bin kavilan de şehîd bûn.

Liv û tevgera balafirên bê mirov bê navber domiya û carcarna ji balafirên şer jî digeriyan.

ANHA