El-Mismarî: Çek û alavên leşkerî ji Tirkiyê gihiştin Lîbyayê

Berdevkê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got, çek û cebilxaneyên ji Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve dihatin hatin şandin.

El-Mismarî: Çek û alavên leşkerî ji Tirkiyê gihiştin Lîbyayê
23 sibat, 2020   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî got: "Yekîneyên şopandin û îstîxbaratê teqez kir ku çek û cebilxaneyên leşkerî ji Tirkiyê di rêya berava Misratayê de hatin şandin da ku destekê bide rêxistinên terorîst ên li herêma rojavayê."

El-Mismarî anî ziman ku "Ev destek bi awayekî eşkere li pêşberî civaka navdewletî tê kirin û agirbesta li herêmê hatiye ragihandin tê binpêkirin."

Ehmed El-Mismarî hişyarî da ku hêzên artêşa Lîbyayê heta vê saetê bersiv neda û destnîşan kir ku artêş di her saetê de helwest û pêşketinan dişopîne û dinirxîne.

Artêşa Lîbyayê îro ragihand ku 16 leşkerên Tirk û 105 çeteyên ku Tirkiyê anîne Lîbyayê hatin kuştin.

Mûdîrê Rêveberiya Tewcîh Manewî di artêşa niştimanî ya Lîbyayê de Xalid El-Mehcûb got, şêwirmed û efserên Tirk ên ku balafir diajotin li gelek derverên Sert, Misrata û deverên din in.

El-Mehcûb diyar kir artêşa Lîbyayê ew li gelek cihan kirin hedef, bi taybet dema ku odeya operasyonên balafirên bê mirov kir hedef û rûxand.

Xalid El-Mehcûb anî ziman "Derengmayîna Tirkan a eşkerekirina kuştina efser û leşkerên xwe piştrast dike ku derbeyên li dijî wan ne girêdayî nuqteyên operasyonên leşkerî"

her wiha destnîşan kir ku milîsên çekdar ên li Terablusê binpêkirina agirbestê didomînin û got, heger topbaran berdewam bike wê ji aliyê hêzên artêşa Lîbyayê bê bersiv nemîne.