Yuksekdag û Demîrtaş ji kongreya HDP’ê re name şand

Hevserokên bere yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji kongreya HDP’ê re nameyeke hevpar şand.

Yuksekdag û Demîrtaş ji kongreya HDP’ê re name şand
23 sibat, 2020   10:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ne, nameyeke hevpar ji 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê re şand.

Di nameyê de peyama biryardariya têkoşînê hat dayîn û kongre pîroz kirin. Di nameyê de ku bi tirkî bû, bi van hevokan kongre hat pîrozkirin: “Rêya te vekirî, bayê te gur be Partiya Demokratîk a Gelan! An serkeftin an serkeftin.”