‘Serdana ENKS’ê ya ji Tirkiyê re hewldana yekitiyê têk dibe’

Rewşenbîrên herêma Cizîrê got "Serdana ENKS`ê ya ji Tirkiyê re bandoreke neyînî li hewldanên yekrêziya kurdî kir."

‘Serdana ENKS’ê ya ji Tirkiyê re hewldana yekitiyê têk dibe’
23 sibat, 2020   08:22
QAMIŞLO – SILAVA ABDULLREHMAN – EHMED SEMÎR

 Şandeyek ji serokatiya ENKS`ê û têkiliyên derve di 19'ê Sibatê de bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin çêkir. Tevî hemû hewldan û însiyatîfên ji aliyê QSD`ê, gelek partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîr û hunermendan ve li tevahî Kurdistanê ji bo yekrêziya kurdî û rizgarkirina gelê Kurd li Rojava ji komkujî, koçberkirin û binpêkirinan, lê ENKS`ê careke din mase li hev xist û berê xwe da Tirkiyê.

Hevdîtina ku şandeya ENKS'ê bi Çavuşoglu re çêkir di nava nava gel û rewşenbîrên Kurd de rastî bertek û nerazîbûnan hat. Rewşenbîran diyarkirin ku ev serdan bi hewldana binxistina însiyatîfên yekparebûna gelê Kurd e, her wiha xiyaneta gelê Kurd ku di gef û êrişên bênavber re derbas dibin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso wiha got: "Mixabin serdana Meclisa Nîştimanî ya Kurd ji dewleta Tirk re ne di cih de bû û tu tişt ji bo berjewendiya Kurdan û bidestxistina gelê Kurd a maf û azadiya xwe, nekirin."

Mexso diyar kir ku dewleta Tirk rojekê jî hewl neda parastina gelê Kurd bike, serdana şandeyê ji dewleta Tirkiyê re dê bandoreke neyênî ya mezin li hewldana yekparebûna Kurdan, bi taybet li însiyatîfa ku fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ku tevahî partî kom kiriye û civîn bi hedefa pêkanîna berjewendiya gelê Kurd li dar xistiye, bike. Bi wê re gelê kurdî hinekî der barê yekparebûnê de bextewar bû. Lê mixabin vê serdanê tevahî hewldanên bi hedefa yekrêziya Kurd bi bin xistin û tu encaman bi xwe re nayne."

Li aliyekî din nivîskar û mamosteyê Zanîngeha Rojava Xalis Mesor wiha da zanîn: "Dema em li dîrokê vegerin, dibînin ku dewleta Tirk dijminê yekemîn ê gelê Kurd e, her tim hewl dide qir bike û mafên xwe nestîne. Her wiha bi nêrîna dewleta Tirk divê gelê Kurd tune be, tenê kurdiyê baş ew e ku mafên nexwaze û di bin fermana wê de bimîne."

Mesor wiha domand: "Di vê dema hesas de ku her kurdek li yekparebûna Kurd digere, gelê Kurd di koçberkirin, kuştin, guhartina demografî û dizîna mal û milkan re derbas dibe. Pêdiviya me bi yekitiyê weke pêdiviya bi av û hewa heye da ku parastina nasnameya kurd bikin. Li hember me dijminekî hov ê xwînvexwar heye. Ji lew re divê parastina xwe bikin û ev jî bi yekitiya mala kurdî pêkan e."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Mesor wiha diyar kir: "Fermandarê giştî yê QSD’ê dest bi însiyatîfa yekparebûna Kurdan kir û destê xwe ji tevahî partiyên kurd re vekir. Di vê demê de jî Meclisa Nîştimanî ya Kurd bi Mevlut Çavuşoglu re ku fitneyê pêk bîne û yekparebûna Kurd hedef bike, civiya. Hê ji wê zêdetir jî bang li wan kir ku şerê gelê li Rojavayê Kurdistanê bikin."

Mesor wiha got: "Bi kîjan rûyî dê Meclisa Nîştimanî li hember gelê Kurd bisekine. Bê şerm wêneyên xwe bi kujerê zarokên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî Mevlud Çavuşoglu re dikişînin û serbilid in mîna ku Kurdistan rizgar kiriye. Îro em li hember rewşeke çarenûsî ne; yan hebûn, yan jî tune bûn."

Mesor piştrast kir ku serdana ENKS’çê bandoreke neyênî li hewldana yekitiya neteweyî kir û yekitiya neteweyî di navberê de nema. Kesên destê xwe dikin destê kujerên zarokên me û dijminê gelê Kurd yekitiyê naxwazin. Lê belê hedefa wan parastina berjewendiyên takakesî ye, berjewendiya partiya wan di ser berjewendiya gelê Kurd re ye. Berjewendiya Kurd ne di xema wan de ye. Ji ber ku pratîka wan van tiştan piştrast dike."

Li dawiyê Xalis Mesor wiha pirs kir: "Çawa Meclisa Nîştimanî ya Kurd, gelê ku bi hezaran ciwanên xwe ji bo berjewendiya gelê Kurd dane, paşguh dike? Çawa bi dijminê vî gelî re dicivin? Her wiha diyar kir ku dîrok pir xwendiye û weke vê xiyanetê di ser wî re derbas nebûye. Lê belê li gel hin kesên Kurd hat dîtin."

(fr)

ANHA