Zabiteya Parastina Birîneran ew li gorî 512 a girêdayî nan kar dike

Zabiteya Parastina Birîneran ya navçeya Tirbespiyê diyar kir ku piştî barîna berfê rê hatin girtin, xwediyê firinan jî ev ye bikar anî û bihayê nan biha kirin. Zabitê diyar kir ku ew li gorî madeya 512 tev digerin.

Zabiteya Parastina Birîneran ew li gorî 512 a girêdayî nan kar dike
Zabiteya Parastina Birîneran ew li gorî 512 a girêdayî nan kar dike
Zabiteya Parastina Birîneran ew li gorî 512 a girêdayî nan kar dike
Zabiteya Parastina Birîneran ew li gorî 512 a girêdayî nan kar dike
23 sibat, 2020   07:00
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Li sûkên herêma Cizîrê bihayê kelûpelan bi awayekî balkêş buha bûne. Bi taybet piştî buhabûna  dolar li beramberî lîreyê Sûriyê. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşiyê li vê yekê bigire komek girtek girtin.

Nan ji kelûpelên bingehîn e. Buhabûna nan bandor li jiyana şêniyan dike. Ji ber wê rêveberiya sotemeniyê, sotemenî bi bihayên kêm ji firinan re peyda kirin. Her wiha tevahiya firinan li gorî parên diyarker ji ard kar dikin.

Beriya çend hefteyan berf li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê barî, ji ber wê rêyên di navbera herêm û bajaran heya rojekê qut bûn. Hinek bazirgan û xwediyên firinên nanê siyahî yên herêma Cizîrê rewş bi kar anîn û bihaya turika nanê siyahî ji 200 lîreyên Sûriyê kirin 250 lîreyên Sûriyê. Ji wê demê ve bi vê bihayê difroşin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê giliyên xwe gihandin Zabteya Parastina Birîneran a Şaredariya Gel. Zabiteyê jî hewl da bihayê nan veguherîne mîna berê. Her wiha xwediyên firinan neçar kir ku pîvana turika nan 770 g be.

Şêniyê bi navê Ebdulxenî Temî got: "Xwediyên firinan rewşa giştî li herêmê bikar anîn û bihaya turika nanê siyashî bilind kirin. Ew ê jî bandor li şêniyan kir. Ji ber ku nan kelûpelek bingehîne û rojane tê mizaxtkirin."

Şêniyê bi navê Xelîl Hisên destnîşan kir ku bihaya turika nan nayê qebûlkirin.

Zabiteya Parastina Mizaxetker a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê teqez kir ku karê firin û dikanên ku nan difiroşin dişopînin û belavoka 512 a Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê ya kantona Qamişlo pêk tîne. Li gorî wê bihaya turika nanê siyahî bi pîvan 770 g bi 200 lîreyên Sûriyê diyar dike.

Endamê rêveber ê zabiteyê Said Yusif teqez kir ku xwediyên firinan rewşên herêmê bikar anîn û bihaya nan zêde kirin. Lê zabiteyê mudexele kir, firin û xwediyên dikanên ku bihaya nan zêde kirine muxelefe kirin.

(şx)

ANHA